Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di 22emin Civîna Nirxandin û Îstişareyê ya AK Partiyê ya li Afyonkarahîsarê de axivî. Erdogan gotinên Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu yên di merasima 146emîn a salvegera Şûraya Dewletê de bi bîr xistin û wiha got: "Di van kesan de siyanet tuneye. Hûn wek mêvan hatine û mafê we yê axaftinê tuneye. Xwediyê malê, Serokê şûraya dewletê 25 deqîqeyî diaxive. Ev camêr saetekê diaxive. Em dibêjin, heke ji siyasetê hez dikî derkeve qada siyasetê û xwe îsbat bike. Li wir rayedarên dewletê hene. Serokomar, Serokwezîr û Serokê Sererkaniyê li wir e û hin endamên dadê li wir in. Helbet hin piştgirên wî jî li wir in û li çepikan dixin. Êdî heta ku derê tehemul bikin. Ev gel mecbûr e ku te guhdarî bike!"
- "Ji erdhejê heta niha me bi qasî 5 katirilyonî alîkarî da Wanê"
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku gotinên Metîn Feyzîoglu yên der barê Wanê de ji serî heta binî derew in û wiha axivî: ""Ji erdhejê heta niha me bi qasî 5 katirilyonî alîkarî da Wanê. Tu qet behsa vê alîkariyê nakî û li wir radibî bê eyb û şerm hikûmeta me didarizînî. Gelo tu endamekî darazê yê çawa yî? Lewra deriyê ku diçe serî lê dide diyar e. Ew kes jî pê re hemfikir in. Der barê Wanê de dibêjin qaşo me li wanê mal nedaya kirêkeran. Ew gotinên derew in. Beriya her tiştî biçe meseleyê hîn bibe. Me li Wanê nêzî 18 hezarî avahî çêkirin. Me avihiyên wan dan. Ji bilî vê kesên ku dixwazin bibin xwedî mal, TOKÎ li wir avahiyan çêdike. Dê ji avahiyên TOKÎyê bikirin."
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku Tevgera Fethullah Gulen, CHP û MHP di pêvajoya hilbijatinê de bûn yek û di nav dewletê de rêxistina paralel ava kirin û wiha got: "Di bûyerên 27ê gulanê de dek û dolabên çawa hebûn, di 17ê kanûna pêşîn de jî heman dek û dolab hebûn. Di wê rojê de çawa hin hiqûqnasan hiqûq binpê kir di pêvajoya 17ê kanûna pêşîn de jî hiqûq wisa hat binpêkirin. Ew roj çawa manşet hatin nivîsîn îro jî wisa hatin nivîsîn, ew roj çawa hemû ciwan daketin kolanan îro jî wisa daketin kolanan."