Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê TBMMyê Îsmet Yilmaz îstişare kirin û pişt re biryar hat dayîn ku hilbijartinên TBMMyê car din çêbibin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê de hat gotin ku piştî hilbijartina 7ê hezîranê Lijneya Wezîran ava nebû. Hat gotin ku her çiqas Serokomar Erdogan di nav demê ya ku di zagonê de tê destnîşankirin de wezîfedarkirin kiribe û partiyên siyasî hatine bal hev jî lijne ava nebûye û eşkere bûye ku di nav vê rewşê de wê ava nebe jî.
Hat destnîşankirin ku ji ber vê sedemê biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve çêbibe û wiha hat gotin: "Birêz Serokomarê me bi Serokê TBMMyê Îsmet Yilmaz re îstişare kir. Li gor madeyên 104 û 116emîn yên ku Zagona Komara Tirkiyeyê desthilatiyê dide wî, biryar da ku hilbijartinên TBMMyê ji nû ve çêbibin."