Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 49 rêvebirên PKKyê yên ku di nav wan de Murat Karayilan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Sabrî Ok jî heye de, ji ber sûcê "Yekîtî û tevahiya welêt perçekirin" biryara girtinê hat dayîn.
Hakimtiya Cezaya Sulhê ya 5emîn a Enqereyê di biryara xwe de got ku rêxistina terore dixwaze ku herêmên Tirkiyeyê Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, perçeyek axa Sûriye, Îran û Iraqê jî di nav de dewleteke kurdan ava bike. Ji bo vê armanca xwe jî rêxistin tundiyê û çekan bi kar tîne û heta niha gelek çalakî kirine. Rêvebirên payebilind ên rêxistinê ev bi salên dirêj in li derveyî welêt dijîn.
Di biryarê de hat gotin ji bo ev kes bên girtin divê biryara girtinê ya Înterpolê jî bê dayîn û navê kesên ku der barê wan de biryara girtinê hatine dayîn wiha hat eşkerekirin;
"Zubeyîr Aydar, Zeynep Baytar, Şahabettîn Çotak, Suleyman Şahîn, Seyîthan Sînet, Servet Aydin, Serdar Ozdemîr, Salîha Bîşkîn, Sabrî Ok, Riza Altun, Remzî Kartal, Nuriye Kesbîr, Nurettîn El Muhammed, Nulîfer Koç, Nîzamettin Toguç, Muzaffer Ayata, Mustafa Karasu, Musa Çetîner, Murat Karayilan, Mehmet Tahîr Kiliç, Mehmet Şah Yildenîz, Mehmet Can Gurhan, Mehmet Toren, Mehmet Balli, Medenî Sayilgan, Layîka Gultekîn, Îzzettîn Înan, Îskan Akyuz, Îsa Teres, Îbrahim Çoban, Hulya Oran, Haci Turmak, Gonul Tepe, Fîlîz Duman, Fethî Şarlatan, Ferhat Abdî Şahîn, Fehmî Atalay, Fehman Huseyîn, Fatîh Ozden, Emîne Serînyel, Duran Kalkan, Dalokay Şanli, Cemîl Bayik, Canan Kurtyilmaz, Aynur Hulaku, Alî Haydar Kaytan, Ahmet Talva, Abdurrahîm Delîbaş û Abdulkadîr Zenger."
Hakimtiya Cezaya Sulhê ya 5emîn a Enqereyê di 6ê gulana 2015an de der barê bersûcan de biryara girtinê da.