TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma AK Partiyê de axivî û da zanîn ku heya niha ji bo darbeyên 27ê gulana 1960î, 12ê îlona 1980yî, 28ê sibatê û mudaxaleyên ku piştre xwestin bikin, pişta xwe dan madeya 35an ya Qanûna Xizmetên Hundirîn ya TSKyê. Erdogan wiha dewam kir: "Em niha vê şaşiyê, bi tabîreke din siya li ser demokrasiyê radikin. Em peywira TSKyê û têgeha leşkeriyê ji nû ve bi nav dikin. Em pêşî li şaşşîrovekirina vê madeyê digirin û nahêlin tu kes vê madeyê ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne."
"Pêvajoya çareseriyê ji navê xwe jî xuya ye ku pêvajo ye"
Erdogan got ku pêvajoya çareseriyê ji navê xwe jî xuya ye ku pêvajoyek e. Bi damezrandina AK Partiyê re dest pê kiriye û heya îro hatiye û dê ji îro pê ve jî bidome. Erdoğan wiha pê de çû: "Dewleta Komara Tirkiyê heya dawiyê, heya ku bi tenê şexsekî wê jî bimîne dê welatê xwe, miletê xwe, sînorên xwe, alaya xwe û şeref û rûmeta xwe biparêze."
"Li Tirkiyê 36 rengên cuda hene"
Erdogan da zanîn ku li Tirkiyê 36 rengên cuda hene û got: "Ji bo me tirk, kurd, laz, boşnak, çerkez, roman, arnawûd qed ferq nake, her kî dibe bila bibe can û cegerên me û birayên me ne. Em ji bo hemûyan jî eynî ne. 'Yekî dayne aliyekî din yê din jî dayne aliyekî din' di rê û rêbaza me de tiştekî wiha tuneye."
"AK partî ji hemû baweriyan re rêz digire"
Erdogan got: "Em dewleteke laîk, demokratîk û civathez û hiqûqparêz in. AK Partî ji hemû baweriyan re eynî ye. Ji bo hemû baweriyan jiyaneke azad di îqtidara AK Partiyê de ye. Nêrîna me ev e."
Erdogan dest nîşan kir ku Bûyera Lîcê bûyereke ne ji rêzê ye û fikrên xwe wiha anîn zimên: "Bûyera Lîcê digihêje bûyera esrarê, bûyera tiryakê. Qaleqol, qereqol ev hemû çîrok in. Em mecbûr in qereqolên ku xwedî ewleyeke in damezrînin. Çima? Ji bo ewlehiya welatê me. Ji bo vê yekê jî ne hewce ye ku em ji partîyeke sîyasî an jî rêxistinekê destûrê bixwazin."
"Divê her kes berpirsiyariya xwe bizane"
Erdogan anî ziman ku her kî dibe bila bibe, kîjan partiya siyasî dibe bila bibe, heke di pêvajoyê de astengiyan derxîne dê nikaribe ji vê webalê xilas bibe û dê nikaribe ji binî derkeve. Erdogan wiha got: "Divê her kes berpirsiyariya xwe bizanibe. Bêyî ku qurnaziyan bike, li pey hesabên biçûk bikeve, hêviyên milet pûç bike, milet û basîreta wî biçûk bibîne, divê berpirsiyariya xwe bizane."
"Tu provakasyon û sabotaj dê me ji rêya me neke"
Erdogan got: "Em hemû birayên hev in. Heqê tu kesî tuneye ku 76 milyon însanî bixe nav xem, girîn û hejarîyê. Me gelek caran anî ziman ku ev pêvajo sebreke mezin dixwaze û gelek hesas e. Îradeyeke mezin divê. Me her gav got ku mimkûn e di pêvajoyê de gelek provakasyon, sabotaj û tehrîk çêbin. Ji ber her kî bixwaze nexweşiyan derxe û vê rewşa heyî xerab bike dê nikaribe xwe ezaba wijdanê xelas bike û ji binî derkeve. Em ne bi tenê bi dest û bedena xwe, em bi can û ruhê xwe çûne li ser vê meselê. Tu provakasyon û sabotaj dê me ji rêya me neke. Lewra em ayendeya Tirkiyê di çareseriya vê de dibînin. Milet êdî ne sergêjiyê, aramiyê dixwaze. Ne pêvçûnê, huzûrê dixwaze. Yên ku pêvçûnê, gengeşiyê, şerî dixwazin dê îxaneteke mezin bikin."
"Hûn bawer bin CHPya salên 40an û 50yan di xerabî û zilmê de li ber CHPya îro şîrê dêya xwe vexwariye"
Erdogan wiha pê de çû: "Hûn bawer bin CHPya salên 40an û 50yan di xerabî û zilmê de li ber CHPya îro şîrê dêya xwe vexwariye. Lewma îro di serê CHPê de altaxek heye. Di serê CHPê de serokekî wisa heye ku ji bo ku ji celadê xwe re şirîn bixuye, her nexweşî û nebaşiyê guncav dibîne. Lixwekirina wê, baweriya wê, tercîhên wê yên sîyasî çi dibe bila bibe, heke serokek ku êrîşa li xanimeke bi vî şiklî nebîne, şermezar neke, derewîn derxîne, ew serok rûyê reş yê CHPê û sîyasetê ye jî."