Li Îzmirê ber derê avahiya Serokatiya Navçeyê ya Karşiyakayê ya AK Partiyê bombeya dengê hat teqandin.
Li gor agahiyên ewil ên ku hatin bidestxistin ber êvarê li ber derê otoparka avahiya serokatiya navçeyê ya li Kolana Gîrneyê dengê teqînê hat bihîstîn.
Hat ragihandin ku bombeya dengê bû sedema teqînê, li avahiyê xisara madî çêbû. Ekîbên polêsan li herêmê bergiriyên ewlehiyê girtin.
Der barê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.