KARABUK
Alîkarê Giştî yê Serokê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn îdia kir ku li Sûriyê Serokomar Beşar Esed dixwaze ku kurd herêmeke xweser ava bikin.
Şahîn beşdarî fitara Şaredariya Eskîpazarê ya Karabukê bû û got ku hewcedariya Xwedê bi îbadetên me tuneye. Em çi dikin ji bo xwe dikin.
Şahîn bi bîr xist ku divê em di rojiyê de feqîran jibîr nekin û wiha pê de çû:
"Gotineke me ya pêşiyan heye, 'Zikê têr ji halê birçî fêhm nake.' Em di meheke wisa de ne ku ev gotin bi tu awayî divê pêk neyê. Ev meh me li ser halê birçiyan difikirîne. Ji ber wê di vê mehê de deriyên xêr û hesenetan vedibin. Di vê mehê de misilmanên zengîn alîkariya feqîran dikin. Tişta din a Remezanê jî ev e ku divê mirov bi xwe re û bi devdorê xwe re baş be û di nav aştiyê de be. Her wiha ev meh meha aştî û aramiyê ye."
"Beşar Esed ji bo ku zirarê bide Tirkiyê gelê xwe berdide hev."
Şahîn da zanîn ku di vê mehê de di nav misilmanan de xwîn û girîn diherike û li Sûriyê misilman hev dixeniqînin.
Şahîn got ku divê cihê herî ewle û biratiya herî baş di nav alema îslamê de bûya, lê belê em dibînin ku ne wisa ye û piştre wiha pê de çû:
"Qey em lazimiyên dînê xwe bi cih naynin. Em ji bo ku alema îslamê bikeve nav hizûr û aramiyê dua dikin. Welatên Ewropî bi salan di nav hev de şer kirin. Lê belê gotin "Me şaş kiriye." Piştre hatin li bal hev û Yekîtiya Ewropayê damezirandin. Dewleten cuda cuda ne, lê belê bi hev re dewletek damezradin. Rika di nava hev de rakirin. Welatên ku gelê wê misilman in jî divê bên li bal hev. Pirsgirêkên di nava hev de hel bikin. Beşar Esed dîktatorê ku vê gavê li serê dewletê ye, ji bo ku zirarekê bigihîne Tirkiyê gelê xwe berdide hev. Dixwaze kurdên li ser sînor hêrêmeke xweser ava bikin. Dîkatorek e ku ji bo perçebûna welatê xwe dixebite."
Şahîn bi bîr xist Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan berê bi Esed re hevdîtin çêkiribû û jê re gotibû ku divê tu demokrasiyê bînî vî welatî, wiha bi îqtidara partiyekê tenê kar nameşe.
"Tu dîktator peywira xwe sînordar nake"
Şahîn bi bîr anî ku Serokê Bajarê Îzmirê yê CHPê di belavokekê de nivîsîbû "Dîktator ji kê re tê gotin?" û wêneyekî Recep Tayîp Erdogan jî li ber xistibû û wiha pê de çû:
"Dibêjin Tayîp Erdogan dîktator e. Aha ji we re dîktator li ser sînorê we ye. CHP ji wî re nabêje, çimkî navbera wan gelekî xweş e. Lê dikare ji Serokwezîrê me re bibêje. Ev gelê misilman raya xwe dide dîktatorekî? em bêjin careke dan. Lê careke din bi rayeke zêde dîsa wî tîne îqtidarê? Ma ev milet ev qas saf e? Ev milet raya xwe nade kesên dîktator. Tu dîktatorekî paywira xwe sînordar nekiriye. Lê Serokwezîr da zanîn ku ev cara dawî ye dibe berendamê serokatiya giştî. Di tuzûka CHPê de tiştek wiha heye? Lê di ya AK Partiyê de tiştekî wisa heye. Birêz Serokwezîr peywira xwe sînordar kiriye. Tu dîktato vê yekê nake. Heya ku bimirin ji bo qoltixê şer dikin. Li hember van gotinên wan em dizanin ku gelê me jî hin hesaban dike. Gelo çima sifetên wiha pê ve dikin. Qey dibêjin belkî em rê li pêşiya Serokomariya wî bigirin. Heke Serokwezîrê me bibe berendam gelê me jî dê tişta ku layîqê wî be bidê. Ev milet qedirşinas e. Tayîp Erdogan û rêhevalên wî tenê xizmet kirin. Dema ku hûn serdemên beriya me binêrin hûn dê bibînin.
Parlamanterê AK Partiyê yê Karabukê Osman Kahvecî û Serokê Bajarê Karabukê Omer Ayar jî beşdarê fitarê bûn.