ANKARA
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan beşdarî fitara Konfederasyona Hûnermend û Esnafan ya Tirk (TESK) bû û der barê pêvajoya çareseriyê de axivî. Erdogan bangî esnafan kir û got divê esnaf, derkevin pêş û mil bidin pêvajoya çareseriyê. Erdogan dest nîşan kir ku di pêvajaya çareseriyê de ne bi tenê hukûmet û hêzên ewlehiyê divê hemû kes bi taybetî jî esnaf berpirsiyariyê bigrin.
Erdogan bi bîr xist ku Serokê Giştî yê TESKê Bendevî Palandoken di nav Heyeta Mirovên Aqilmed de bû û wiha pê de çû: "63 aqilmendan guhê xwe dane gelê Tirkiyeyê. Ji hemwelatiyan pirsîn 'Hûn çi dibêjin û daxwaza we çi ye?' ji Xwedê re hemd be ku bi hinceta terorê nûçeyên bişevat nayên, agir nakeve ocaxan, dayik û bav nagirîn. Jin, bî û zarok jî sewî namînin. Esnaf bi ewle dikana xwe vedike û digire."
Erdogan der barê çalakiyên ku di demên dawîn de hatin kirin de jî axivî û got di wan çalakiyan de esnafan zirareke mezin dît.