ANKARA
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) der barê serdana Girava Îmraliyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Abdullah Ocalan li ser pêvajoya çareseriyê gotiye "Pêvajo li welêt û derveyî welêt ji bo pêşveçûn û pêngava demokratîk a Tirkiyeyê gelekî girîng e û ev pêvajo dikare Tirkiyeyê pêş ve bibe. Ez hemû aliyan dawet dikim ku ya dikeve li ser milên wan bikin."
Di daxuyaniya ku ji yekeya çapemeniya BDPê hat dayîn de hat ragihandin heyeta ku ji parlementerên BDP û HDPê pêk hatin çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di hevdîtina ku sê saetan dewam kiriye de Ocalan ji kesên ku di pêvajoya hilbijartinê de xebitîne û destek dane re spasiyên xwe pêşkêş kiriye.
Li gor daxuyaniyê Ocalan gotiye: "Her çend beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê zordestî, astengî û hîle hatibin kirin, dîsa jî encameke baş derket holê û ev encam jî girîng e. Divê saziyên siyasal ên birêxistî vê encamê ji bo qada siyaseta demokratîk û ji bo derfetên siyaseta demokratîk bi awayekî rast û durust binirxînin."
Li gor daxuyaniyê Ocalan Roja 1ê Gulanê ya Ked û Piştgiriya hemû kedkaran pîroz kir û ji bo wê rojê nameyeke berfireh nivîsiye û dê beriya 1ê Gulanê ji kedkaran re bişîne.
Li gor daxuyaniyê Ocalan der barê pêvajoyê de wiha axiviye:
"Dem û dewran diguhere. Her dem îhtimala derfetên çareseriyeke bingehîn jî di dewrê de ye, îhtimala pevçûnê jî di dewrê de ye. Heke ku hikûmet gavê biavêje hem îhtimala pevçûnê ji holê radibe, hem jî gava hikûmetê dibe sedema pêşveçûna çareseriyê ku pêvajo di qonaxeke bingehîn a nû de pêş ve biçe. Her çend ez pir ketibim zext û zorê jî, ez poşman nînim ku min ev pêvajo derxist vê rojê. Heta ez pêvajoyê pir girîng dibînim. Pêvajo li welêt û derveyî welêt, ji bo pêşveçûn û pêngava demokratîk a Tirkiyeyê gelekî girîng e û ev pêvajo dikare Tirkiyeyê pêş ve bibe. Ez hemû aliyan dawet dikim ku ya dikeve li ser milên wan bikin. Heke ku îqtidara siyasî dixwaze hêzên çekdar vegerin nav civakê, mecbûr e ku xebatên zagonî yên hewcedar demildest bixe rewacê. Zagona vegerê di nav de, verastkirinên hemû zagonan girîng in û divê demildest ev zagon bên çêkirin."