BÛRSA
Mehmet Ocalanê ji bo ku birayê xwe Abdûllah Ocalanê di Girtîgeha İmraliyê de bibîne çûbû Girava Îmraliyê, ji giravê vegeriya.
Birayê Abdûllah Ocalan, Mehmet Ocalan û parêzerê wî Mazlûm Dînç û Ramazan Karsûyê birayê Cûmalî Karsûyê mehkûmê din, kurê Şeyhmûs Poyraz Halîl Poyraz û neviyê wî yê 5 salî Kemal Pîr Poyraz ji giravê vegeriyan.
Mehmet Ocalan vir daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku bi birayê xwe re bi qasî nîv saetê hevdîtinê bike.
Ocalan wiha axivî:
"Em bi hevalê parêzer re çûn, nîv saet destûr dan me her duyan jî. Me digot ka 3 saet mafê me yê hevdîtinê heye. Ev yek ji aliyê hiqûqî ve jî tişteke rast nîne. Heke xizmên me tînin vê giravê, me ew neanîn dewletê ew anîn. Dewlet Ocalan jî anî. Em dixwazin ku mafê xwe yê bingehîn li gor pêdiviyê bi kar bînin."
Rojnamevanan pirsa "Hûn li ser çi axivîn?" kir. Ocalanli ser vê yekê got ku ji ser pêvajoya di rojevê de niha dê tu nirxandinan neke û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Der barê DİŞIyê de nirxandin hatin kirin. Heta dawiyê dê bi DÎŞIyê re têkoşîn bê kirin. Li pişt wan her kî hebe, dê heta dawiyê bi wan re têkoşîn bê kirin. Ev DÎŞI feydê nade tu kesî. Ew hêzên ku piştgiriyê didin wan jî dê rojekî ji wan zirarê bibînin. Me der barê serokomariyê de hevdîtin nekir. Me li ser birêvebiriyên herêmî nirxandinek kir."
Rojnamevanekî pirsa "Abdûllah Ocalan û parêzerê wî li ser çi axivîn?" kir. Mehmet Ocalan li ser vê pirsê got ku "Em dê di nav nîv saetan de çawa li ser pêvajoyeke bi qasî du mehan biaxivin."
Mehmet Ocalan û parêzer Mazlûm Dînç û xizmên mehkûmên din pişt re ji navçeyê veqetiyan.