Ekip
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê qirkirina misilmanên ji Arakanê li Myanmarê da got: "Lazim e êdî çareseriyeke esasî bê dîtin. Ev zilm, ev muameleya dijî mirovahiyê bi vî awayî divê dewam neke. Lazim e hemû dinya di vê mijarê da hestiyar be."
Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Maldîvê Mohamed Asim, piştî hevdîtina li Avahiya Resmî ya wezaretê civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku ew zilma li ser misilmananê Rohingyayê bi tundî şermezar dikin û ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Çavuşoglu bang li raya giştî ya navneteweyî kir û got:
"Lazim e êdî çareseriyeke esasî bê dîtin. Ev zilm, ev muameleya dijî mirovahiyê bi vî awayî divê dewam neke. Lazim e hemû dinya di vê mijarê da hestiyar be"