Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna koma AK Partiyê ya Meclisê de axivî û diyar kir ku ji 7ê Hezîranê heta niha 657 bûyerên terorî qewimîne û DAEŞ, PKK û DHKP-Cyê bi hevdemî dest bi êrîşan kirin.
Davutoglu diyar kir ku di hedefa wan êrîşan de Komara Tirkiyeyê heye û wa pê de çû: "Ev êrîş ji bo sê merheleyan tên kirin û hedefa wan a ewil Dewleta Komara Tirkiyeyê, demokrasiya me û mafên mirovan e ya duyemîn pergala kamûyê ye û ya sêyemîn jî rûmeta Tirkiyeyê ya navneteweyî ye."
Serokwezîr Davutoglu HDPê rexne kir û got: "Çawa terora DAEŞê şermezar dikin roja ku terora PKKê jî şermezar bikin em ê jî gazî wan bikin, guh bidin bangewaziya wan, rûnên û bi wan re xeberbidin. Heta ku ew terora PKKê şermezar nekin li gor me û gel bersûc in û di meqamê hesabdayînê de cih digirin."