Türkan Tosun
11 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
BOLU
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Boluyê di 6emîn kongreya bajêr ya asayî ya partiya xwe de axivî.
Erdogan behsa geşedanên li Sûriyeyê kir û wiha got: "Li Sûriyeyê ev bûyer diqewimin û ey NATO ma tu yê kengî werî û pişta me bikî? Li wir 911 kîlomêtro sînorê me heye, rêxistinên terorê timî me taciz dikin, rejima Sûriyeyê bi heman awayî serî li van rêbazan dide. Nexwe tu yê kengî xwe bidî nîşan, ma ez ê timî van yekan bêjim?"
Serokomar Erdogan got cînarên nebaş elhamdulîllah mirovan dikin xwedî milk û wiha dewam kir: " Wê êdî çi bibe, çi nebe. Kîjan tiştê ku digotin 'nabe' me hemû xistin rewacê. Her tiştê ku digotin 'hûn nikarin bikin' me kir. Kîjan têkoşîna ku gotin 'hûn nikarin bi ser bikevin' me çavê xwe girt û em ketinê. Yên ku ji me ra gotin 'hedê xwe bizanibin' re me hedê wan da zanîn û em heta îro hatin."
- "AK Partî aşiqê vî welatî ye"
Erdogan got sala bê ewê welêt derbasî sîstemeke rêvebiriyê ya nû bikin û ewê gavekî nêzîkî hedefên sala 2023an bibin û wiha pê de çû: "AK Partî aşiqê gelê me ye, AK Partî aşiqê vî welatî ye. Eşqa we em dîn û har kirine. Rêya ku mirov bi eşqê bimeşe qet diweste? Ji ber wê em newestiyan."
Ji bo xebatên ku AK Partiyê kirine jî Erdogan got wan rê, tunel, pire, Marmaray, Tunela Avrasyayê û gelek xizmetên din ji bo gel kiriye.
- 3 hezar û 300 terorîst hatin berterefkirin
Serokomar Erdogan behsa Operasyona Çiqlê Zeytûnê kir û wiha axivî: "Ji vê saetê pê va 3 hezar û 300 terorîst hatine berterefkirin."
Erdogan got kesên ku hewl dane Tirkiyeyê ji rêya wê derxin, ji hedefên wê dûr bixin li ser AK Partiyê dek û dolab kirine lê nikaribûne bigîhîjin encamêû wiha axivî: "Lê hesabên wan neçû serî. Lewra li ser hesaban hesabekî din heye. Li ser qederê qedereke din heye ku Xwedê hesabên wan xirab kir. Hesaba herî mezin hesabê Xwedê ye."