PARÎS
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş got ku daxwaza me ew e ku êdî li pey destkeftiyên vê pêvajoya ku salek e dewam dike muzakere dest pê bikin.
Li paytextê Parîsa Fransayê, ji aliyê endamê Komisyona Têkiliyên Derve yê Parlamentoya Fransayê Françoîs Asensî ve konferansa "Li Rojhilata Navîn a Aloz Rewşa Kurdan" hat lidarxistin. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, ji Zanîngeha Galatasarayê Prof. Ahmet Însel û rojnamevan Laûre Marchand wek axiftvan beşdarî konferansê bûn. Demîrtaşê ku wek axiftvan beşdarî konferansê bû li ser pirsa "We bi Abdûllah Ocalan re hevdîtin kiriye an na" got ku lijneyeke ji partiyê dawiya heftê çûye dîtina Ocalan û Ocalan ji hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz re silav şandiye.
Demîrtaş, dubare kir ku muxatabê sereke yê pêvajoyê Ocalan e û wiha dewam kir: "Wek partiyekê em ji destpêkê hetanî niha di nav pêvajoyê de ne û piştgiriyê didin pêşniyarên aştiyane yên çareseriyê. Ya rast bi rêyên demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd a niha li Tirkiyeyê tê ceribandin, daxwaza me ya 20 salan e. Lewra em bawer in ku pirsgirêk tenê bi rêya diyalogê tê çareserkirin. Li gor baweriya me bi şerkirinê û çek û tifingan tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji sala 1993yan vir ve birêz Ocalan û PKK vê rê û rêgezê bi kar tîne û wek partiyekê em jî li ser şopa wî çûn. Pêvajoya çareseriyê, berhema xebatên salekê nîne ev encama xebat û serhildana 20 salan e ku Ocalan serokatiya wê dike."
Ji bo aştî û çareseriyeke mayinde divê muzakere bê kirin
Demîrtaş got ku di heyama pêvajoyê de agirbest hat kirin, cara ewil dengên çek û tifingan hat birîn. Demîrtaş wiha daxuyand: "Yekemîn, ji gêrillayên çekdar ên PKKê qismek ber bi Kurdistana Başûr ve vekişiya derveyî sînorê Tirkiyeyê û agirbest hat kirin. Duyemîn li Îmraliyê, li ser navê hikûmetê lijneyek hat amadekirin û ji bo kirina diyalogên berfirehtir hevdîtinên fermî hatin kirin. Li gor baweriya me divê destkeftiyên salekê, ji bo pêkanîna aştî û çareseriyeke mayinde vegerin muzakereyan. Birêz Ocalan jî di peyamên xwe de dibêje ku divê êdî muzakere bên kirin."
Demîrtaş got ku ji bo muzakereyan hikûmetê agahî nedaye û li ser vê mijarê 3 pêşniyar û daxwazên BDPê hene û wiha dewam kir: "Yek, divê zimê kurdî di hemû qadên kamuyê de bê sînorkirin û azadiyane bi kar bînin. Wek zimanê perwerdeyê divê bê bikaranîn. Bi nasnameya kurd siyaset bê kirin, komela û rêxistin bên avakirin, her wiha di hemû qadan de bi ziman û nasnameya kurd karibin tevbigerin. Ya sêyemîn jî 'Mafê xwebirêvebirina kurdan e.' Em vê wek 'xweserî' bi nav dikin."
Ez di 17 saliya xwe de hîn bûm ku ez kurd im
Demîrtaş îfade kir ku hetanî 17 saliya xwe nizanibûye kurd e û wiha got: "Ez di 17 saliya xwe de hîn bûm ku ez kurd im. Malbata min ji ber zilm û faşîzma Tirkiyeyê, hetanî 17 saliya min kurdayetiya me ji min veşart. Îro serokê partiya kurdan a herî mezin a Tirkiyeyê me. Min dixwast ku niha li vir kurdî biaxivim, mixabin 20 sal e bi tirkî perwerde bûm. Lewma îro derd û pirsgirêkên gelê xwe bi tirkî vedibêjim Ez wisa hêvî dik ku di demeke nêz de ez ê bikaribim him bi zimanê xwe yê zikmakî zaravayê zazakî û him jî bi her du zaravayên din yên kurdî soranî û kurmancî biaxivim. Lewra ez bi lezûbez hîn dibim û dikim ku hîn bim. Ev ji şerm û nakokiya min bêtir, lewheya dilşewat ya pirsgirêka kurd ya li Tirkiyeyê ye."
Êdî çavên me vebûn, em baş dizanin ku demokrasî çi ye
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bal kişand ser helwesta hikûmeta Fransayê û li ser dîroka pirsgirêka kurd û rola Fransayê ya li Rojhilata Navîn sekinî.
Muslim, tevgera hikûmeta Fransmuayê ya Sûriyeyê rexne kir û got: "Gelo dixwazin em bi rejîma Şamê re şer bikin û bê lihevkirin beşdarî Konferansa Cenevreyê bibin. Êdî çavê me vebû. Em paş dizanin demokrasî çi ye û em li gor daxwazên xwe tevdigerin."