06 Gulan 2016•Rojanekirin: 06 Gulan 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî civîna Lijneya Rêvebirina Giştî ya AK Partiyê ya li Navenda Giştî ya AK Partiyê, daxuyanî da mensûbên çapemeniyê.
Davutoglu diyar kir ku wî di 28ê Tebaxa 2014an da ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wezîfeyeke pîroz wergirt û wiha axivî, "Seba min serbilindî û rûmeteke mezin e ku min xizmeta gelê xwe yê ezîz kiriye."
- "Serdemên me serdemeke serkeftinê ne"
Serokwezîr Davutoglu bal kişand ku sedema biryara wê bi tu awayî sernekeftin nîne û wiha got, "Serdemên me serdemeke serkeftinê ne. Sedema vê biryara min, neserkeftinek an jî poşmaniya ji ber gaveke hatibe avêtin nîne. Min heqê wezîfaya ku kir da û min wezîfeya xwe bi rûmet birêva bir.
Kî ku rabe di partiya me da xirabiyê çêke, kî ku ji ber sedemekê hewl bide ku pêşiya partiya me bibire ew ê li hemberî xwe min bibîne. Daxwaza min ew e ku ji ber çi dibe bira bibe di partiya me da cudahî çênebe û tu kes ji bo vê destûrê nede."
Davutoglu di axaftina xwe da diyar kir ku vêga gelek şebekeyên xaîn hene ku li ber Tirkiyê tehdîd in û wiha berdewam kir, "Ji niha şûnda jî dema ku ev gefên li dijî Tirkiyê dewam bikin, gelek şebekeyên xaîn ên dereke û xumalî di nava fealiyetê da bin, ez dixwazim vî bêjim, belê di nava van şertan da ezê di kongreya derasayî da nebim namzed, lê ezê heya dawiyê têkoşîna xwe ya demokrasiyê û siyaseta xwe ya ku wekî Parlementeriya AK Partiyê û neferekî AK Partiyê dimeşînim, bidomînim."
Davutoglu bal kişand ser hiqûqa di navbera xwe û Serokomar Erdogan da û got ku tu kes bira ji ser vê hiqûqê nekeve nava spekulasyonan û wiha pê da çû, "Çi geşedan çêdibin bira bibin, ez li ser soza xwe me. Heta mirinê ez ê têkiliya wefayê bi Serokomarê me ra bidomînim. Tu kesî ji zar û zimanê min, ji zêhna min li dijî Serokomarê me tu gotinek nebihîst, wê nebihîze. Bila ev baş were zanîn, ez destûrê nadim ku ev bibe mijara îstismarê. Rûmeta Serokomarê me, hem wek Serokê Dewleta Komara Tirkiyê hem wek hevalê min ê dozê rûmeta malbata wî rûmeta malbata min e. Malbata wî malbata min e."
Serokwezîr Davutoglu wiha dawî li gotinên xwe anîn:
"Bizanibin ku wek neviyê Hezretî Mewlana di dilê min da ji bilî hezkirinê tu tiştek tuneye. Ez dilşikestî nînim û di dilê min da ji bo kesî sîtem, hêrs tune. Kongreya derasayî ya li pêşiya me wê rêgezên partiya me, nirxên me û biratiya me xurt bike. Hêvî dikim ku ev kongre pêşiya Tirkiyeyê veke."