09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu got, "Diayên me ji bo wê yekê ne ku bêyî pozê eskerên me yên qehreman xwîn bibe, Herekata Kaniya Aştiyê zûtir bi awayekî serkeftî bi dawî bibe."
Kiliçdaroglu piştî ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir, ji ser hesabê xwe yê Twitterê ra daxuyanî da.
Kemal Kiliçdaroglu di peyama xwe da wiha got, "Diayên me ji bo wê yekê ne ku bêyî pozê eskerên me yên qehreman xwîn bibe, Herekata Kaniya Aştiyê zûtir bi awayekî serkeftî bi dawî bibe. Xwedê ewladên me biparêze, Xwedê ewladên me serfiraz bike."