17 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2016
İSTANBUL
Serokwezîr Davutoglu: "HDPê digot em ê bibin tirkiyeyî, ev projeya wan jî derew derket. Ne ku ji bo Tirkiyeyê berpirsyariyek hildan ser milên xwe, bûn berdevkê şıdetê û bûn hêlîna xwenezanînê."
"Hedefa me eşkere ye. Em dixwazin Tirkiyeyê pêş ve bibin, di serî de Stenbol hemû bajarên me bila bibin navendên dinyayê yên aboriyê. Ji bo ku li Tirkiyeyê demokrasî bêtir pêş ve here, mîrata cuntayê û zagona zordest ji holê rabe, zêdetir ber û berhem bên dayîn û her tişt bi heqî bê parvekirin em derketin rê. Di 1ê mijdarê de pê ve Tirkiyeyê berê xwe da aramî, ewlehî û îstiqrarê."
"Aboriyeke ku têk diçû, me xurt kir. Em 13 salan li ser hev pêş ketin. Vê gavê jî em ê qenctir pêş bikevin. Pergala wesayetkariyê li paş ma, demokrasiya me xurt bû. Niha kê wesayetê niyet bike, em ê wan jî paşda bixin, em ê demokrasiya xwe bi makezagona xwe ya nû va xurttir bikin."
Serokwezîr Davutoglu: "Yen ku di 1ê mijdarê de têk çûn, hê jî şerm nakin. Mixabin wisa xuya dike ku şerm nakin. Kemal Kiliçdaroglu duh di kongreya asayî ya CHPyê de axivî û ev tevger cardin nîşanî me da. Di kongreyê de der barê Birêz Serokomarê me de bi zimanekî ku ne li gor edeba serokekî siyasî, bi zimanekî bêedeb bertek nîşan da û ew sûcdar kir. Hewl da ku bi van sûcdarkirinên xwe yên bêbingeh ve Serokomarê me, meqama herî bilind a dewletî sûcdar bike. Gotina xirab ya xwediyê xwe ye. Ez van gotinên wî yên ku der barê Serokomarê me de gotin, hema îadeyî wî dikim."