Büşranur Koca
22 Sibat 2024•Rojanekirin: 23 Sibat 2024
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bal kişand ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku di serî da Xeze di gelek mijaran da "nikare gav biavêje" ji bo rêzdariya hemû pergala NYyê dibe asteng" û diyar kir ku hewcehî bi pergaleke demokrartîktir, dikare hesabê bide û xwe dispêre parametreyên hiqûqa navneteweyî heye.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Fîdan di Civîna Wezîrên Karên Derva ya G20ê ya ku li Rîo de Janerîoya bajarê Brezîlyayê tê lidarxistin da di serenava bi navê "Reforma Birêvebiriya Gerdûnî" da xitabî beşdarvanan kir.
Fîdan destnîşan kir ku di pergala dinyaya nû ya piralî da di çareserkirina rageşiyên jeopolîtîk da hewcehî bi saziyên piralî yên hêzdar û mekanîzmayên birêvebiriya gerdûnî yên çalak heye.
Fîdan da zanîn ku pêkanîna guherîna hewcehî pê heye elzem e û got ku ji bo vê jî divê pêşî girîngiyê bidin reforma Konseya Ewlehiyê ya NYyê.
Fîdan Fîdan bal kişand ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku di serî da Xeze di gelek mijaran da "nikare gav biavêje" ji bo rêzdariya hemû pergala NYyê dibe asteng" û diyar kir ku hewcehî bi pergaleke demokrartîktir, dikare hesabê bide û xwe dispêre parametreyên hiqûqa navneteweyî heye.