Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina vekirina B20ê kir de got: "Bila tu wextî neyê jibîrkirin ku agirê terorê cara ewil li kuderê vêdikeve bila vêkeve, di dawiya dawiyê da teqez wê alava wê hemû dinyayê bişewitîne û bibe felaketekê. Di mijara têkoşîna terorê da Rojava di serî da ez hemû welatên dinyayê dewet dikim ku hesas bin û tevkariyê bikin."
Serokomar Erdogan welatên rojavayî ji ber tevgerên li hemberî bûyerên ku li sînorê başûrê Tirkiyeyê diqewimin bê deng dimînin rexne kir û wiha pê de çû: "Ez bi xemgînî dixwazim bibêjim ku li dijî pirsgirêka ku ji sînorên me yê li başûr, li Sûriye û Iraqê belavî gelek dewletan dibe, dewletên rojavayî bi berpirsiyarî tevnagerin."
Der heqê bûyera ku li Behra Spî qewimî û zarokeke 3 salî jî xeniqî de got: "Piştî ku boteke penaberan li Behra Spî binav dibe, laşê zarokeka 3 salî ya penaberan diavêje qeraxê behra me. Gelo hesabê laşê vê zaroka 3 salî yê qeraxê behrê dê hemû mirovatî nede?"
- "Welatên Ewropeyê ji ber mirina her penaberî gunekar in"
Serokomar Erdogan got ku dewletên Ewropayê yên ku Behra Sipî ya ku ji şaristaniyên qedîm ên dinyayê ra malxweyîtî kiriye ji bo penaberan xistin merzel û ji ber vê yekê ew hemû şirîkê gunehê mirina penaberan in.
- "Di Behra Spî de mirovahîtiya me mir"
Mirina penaberên di Behra Spî de diqewime jî di rojeva Serokomar Erdogan de cih girt û ji bo vê yekê jî wiha axivî: "Di Behra Spî da bi tenê penaber nemirin, merivtiya me jî mir. Di Behra Sipî da nirxên merivtiya me dixeniqin. Penaberên ku li ber deriyê Ewropayê terkî qederê kirine, bi zanayî keştî û botên wan hatine binavkirin, li ber sînoran miemeleyên nebaş anîne serê wan, nûnerên rastiya vê ne. Ji bo hizûr û refahê derketin rê lê di Behra Sipî û Egeyê da xeniqîn, cesedê jin, mêr, zarok, kal û pîrên ku derketin qeraxa me... Her însan di dilê me da birîneke kûr vedike. Lê belê di wijdana van kesên ku di Behra Spî û Egeyê da dibin sedema xeniqîna penaberan da poşmaniyê em nabînin, nabihîzin."
Serokomar der heqê îdiayên ku welatên rojava ji bo azadiya Iraq, Sûriye û Libyayê dixebitin jî nirxand û got: "Tiştê ku li wê derê tê kirin çi ye hûn dizanin? Ez wê yekê jî ji we re eşkere bibêjim. Li Libya û Iraqê bîrên neftê hene û ew dibêjin 'em dest daynin ser wan.' Tiştê ku niha diqewime jî gelo ne ev e? Ji sedî 80 bîrên Iraqê di destê Rojava de ye, ew dişixûlinîn û derdixin. Ji sedî 20 jî didin û dibêjin 'ev jî ji te re.' Heman tişt ji bo Libyayê jî derbas dibe. Ev hemû rastî li holê ne û çawa dibe ku ev rastî li dinyayê bê qebûlkirin."
Erdogan di dawiya axaftina xwe de jî pergala Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê duyemîn ê cîhanê hat damezrandin rexne kir û wiha pê de çû: "Pergala ewlehiya kûrewî ya ku piştî Şerê Duyemîn ê Dinyayê hat avakirin, naxebite. Ev pergal ketiye halekî wisa ku ji bilî berjewendiyên mafê 5 welatên endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ne, bi tu mijarekê re eleqedar nabe. Em ji ber vê yekê dibêjin 'dinya ji 5an mezintir e'. 196 yanê qedera nêzî 200 welatî divê teslîmî welatekî ji van 5 endaman yekê neyê kirin. Ji ber vê jî lazim e ku yek rabe û vê yekê bibêje. Ji ber ku Erdogan dibêje ji hêla çapemeniya dinyayê ve her tim 'xerab' tê nîşandan. Hûn çawa dixwazin, xerab nîşan bidin. Ez ê di seranserê jiyana xwe de heqiyê bibêjim."