Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî got ku wî telîmat da ku miameleya terorîstan li wan kesên ku karkerên tirk revandin bikin.
Îbadî di daxuyaniya nivîskî ya ku duh belav kir de wiha destnîşan kir: "Min telîmat da ku miameleya terorîstan li wan kesên ku karkerên tirk revandin bikin."
Îbadî di daxuyaniyê de ragihand ku ew soz didin, dê li hemberî gendelî û kesên gendeliyê dikin bê deng nemînin û destnîşan kir ku ew kes ji ber ku reform bandoreke neyînî li wan dikin hewl didin ku li welêt kaosê çêbe û welat bikeve talûkeyê.
Li herêma Sadrê ya ser Bexdayê, 18 karkerên tirk ên ku di fîrmaya mitehadiyê ya tirk de dixebitîn bi destê komeke ku nasnameya wan hê nehatiye eşkerekirin, hatibûn revandin.