24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ANKARA
Li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê gel piştgiriyê nade bûyerên terorê yên PKKyê. Hin rewşenbîr, nivîskar û nûnerên saziyên civakî yên sivîl destnîşan dikin ku rêxistin her wekî ku ji gel piştgiriyê digire "sîmulasyon"ê dike.
Endamê Lijneya Rêvebiriya Giştî ya Hereketa Azadiyê û nivîskar Yavuz Delal daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Delal diyar kir ku divê herêm normalîze bibe û wiha got: "Divê hêzên çekdar û milîtanên çekdar bizanibin ku hebûna wan a li vir bê feyde ye. Ya bi daxwaze xwe yan jî bi awayekî din ji herêmê derkevin."
Delal diyar kir ku însanên bêçare naxwazin di nav trajediyekê da bimînin û got ku yên koç kirin jî ji ber vê çûn.
Delal diyar kir ku rêxistin derewa "gel piştgiriyê dide me belav dike" û wiha got: "Ji ber ku bûyerên li herêmê zêde ber xwe dide, ev nayê wê meneyê ku gel piştgiriyê dide."
Yavuz Delal diyar kir ku gel ji pêvajoya çareseriyê kêfxweş bû û wiha xeberda: "Ji ber vê jî gel ji rewşa heyî aciz e."
- "PKK ji ber çekan bibandor e"
Delal diyar kir ku nakokiyeke mezin e ku PKK xwe wekî "tevgera azadiyê" bi nav dike û wiha got: "Tim xwe wekî tevgera azadiyê bi nav dike, ev jî nîşan dide ku ku di vî warî da pirsgirêkên wê hene. Gel dibîne ku di rojên teng da mihtacî koçkirin, wêrankirin û mirinê dike. Li gor berjewendiyên xwe yên polîtîk wiha dike. Lê gel ketiye nav mengeneyekê, dibêjin 'bila ev mesele biqede, çawa dibe bila bibe, lewra em westiyan.' Li ciyên ku rêxistin bihêz e, ev tenê ji ber çekan wiha ye. Ev bi îdeolojî, bawerî û dozê nîne, PKK ji ber çekan bi bandor e."
- "Dema ku çekên xwe vekişînin wê sîmulasyon hilweşe"
Delal destnîşan kir ku ku rêxistin her wekî ku ji gel piştgiriyê digire "sîmulasyon"ê dike û wiha got: "Ev piştî ku PKK dev ji çekan berda wê derkeve meydanê. Gel nakokiyan bibîne jî heger çek hebe, di bin gule û çekaan da wî çi bike? Yanê çawa rêxistin sîmulasyonê dike û dibêje ez tevgera azadiyê me, gel jî sîmulasyona alîkariyê dike. Yanê dibêjin tu dibêjî ez tevgera azadiyê me, lê wisa nîne, ev sîmulasyon e, ev jî bi saya çekên di destê te da ye; em jî bêçare piştgiriyê didin û alîkariya me jî sîmulasyon e. Dema ku çekên xwe vekişînin wê sîmulasyon û derew hilweşe. Wê derewa ku gel piştgiriyê dide jî derkeve holê."
- "Koçkirina li dijî rêxistinê di rastiyê da berxwedan e"
Lêkolîner û nivîskar Mufîd Yuksel jî destnîşan kir ku hişekî din rê dide ber rêxistinê.
Yuksel der barê geşedanên li herêmê da wiha xeberda: "Bi gotinên em xweseriyê ava dikin, em ji bo serxwebûna gelê xwe şer dikin, herêm di bin dagirkeriyê da û em rizgar dikin bandorê çêdikin."
Yuksel diyar kir ku polîtîkaya PKKyê ya li herêmê têk çû û wiha got: "Gel piştgiriyê nade û koç dikin. Gel li dijî rêxistinê ber xwe dide. Dernakevin kuçe û kolanan û koç dikin. Koçkirina li dijî rêxistinê di rastiyê da berxwedan e. Dixwazin bi rêya tundiyê gel bikşînin aliyê xwe. Li Sîlwanê 7-8 kesî ji xwe ra kirin mertal û kuştin. Bi destê YDG-Hyiyan hatin kuştin. Gel piştgiriyê nade lê bi çek û hêza rêxistinê propaganda dikin. Ez bi eşkereyî dibêjim, alternatîf tuneye, wê çaxê nikarin wiha rehet hereket bikin."
- "Girîngî bidana HDPyê dest bi şer nedikirin"
Mufîd Yuksel diyar kir ku PKK girîngiyê nade HDPyê û wiha got: "Heger qîmet bidana li ciyê ku 80 parlementer hebûn dest bi şer nedikirin."