24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Davutoglu got, "Hevserokê Gişkî yê HDPê li Rûsyayê gotiye 'Tirkiyeyê teyareya Rûsyayê xist ev tiştekî xelet e. Ev gotin rezalet û îxanet e. Di demeke ku teyareyên Rûsyayê di ser ereb, tirkmen û kurdên bêguneh da bombeya dibarînin da diçe peyama piştgiriyê dide Rûsyayê, rasterast ev ji vî miletî ra îxanet e. Ev xefleteke eşkere ye."
Serokwezîr Davutoglu der barê gotinên Eren Erdemê CHPyî da wiha got: "Mixabin Serokê Giştî yê CHPyê û rêvebiriya partiyê bertek nîşanî gotinên ku bêbextî ye û zirarê dide îtibara Tirkiyeyê, nedan. Berevajiyê vê Birêz Kiliçdaroglu got ku 'em xwedî li parlementerê xwe derdikevin.' Derdekî me yê wiha tuneye. Bila parlementerê we pîroz û bimbarek be. Jixwe parlementerekî wiha bi we dikeve."