14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku "Ez çiqas ji daneheva dîrokî ya Tirkiyeyê, rabirdûya wê ya dîrokî bawer dikim bi heman awayî bawerî ciwanên vî welatî jî dikim."
Yildirim di bernameya bîranîna Abdulhamîd Xanê 2yemîn a ku Şaxên Ciwaniyê yê partiya wî li Navenda Kongreyê ya Halîçê li dar xist de axivî û qal kir ji ber ku bi ciwanan re ye kêfxweş e û got ku "Şûleya di çavê we de nîşaneya Tirkiyeya ronak a ku em xeyala wê dikin e."
- "Em nanê xwe parve dikin lê welatê xwe nadin parçekirin"
Serokwezîr di axaftina xwe de got ku "Li herêma me mixabin ku bêîstiqrariya ku ev 6 sal in berdewam dike, şerê navxweyî bû sedem ku bi milyonan mirov ji war û welatê xwe bibin. Me 3 milyon birayên xwe, yên sûriyeyî, iraqî hewand, nanê xwe bi wan re parve kir, deriyên xwe ji wan re vekir. Her kes divê vê yekê bizane ku em nanê xwe parve dikin lê em nahêlin ku ev welat parçe bibe.
Serokwezîr Yildirim wiha axivî:
"Înşeallah em ê vê rêxistina terorî ya cudaxwaz a ku serê me diêşîne, vejena me kêm dike, hewl dide ku zirarê bide yekîtî, bihevrebûn û biratiya gelê me; FETOya rêxistina terorî, DEAŞa rêxistina terorî û rêxistinên terorî yên din jî ji rojeva Tirkiyê derxînin."
- Guherîna Destûra Bingehîn
Di dema ku di Lijneya Giştî ya TBMMê de hevdîtinên pêşniyaza guherîna destûra bingehîn berdewam dikir Serokwezîr Yildirim axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di dîroka nêz a Tirkiyeyê de 27ê gulanê, 12ê adarê, 12ê îlonê û 28ê sibatê heye û got ku ev hemû jî bi îradeya gel hatin tunekirin."
Serokwezîr Yildirim bal kişand ku di wan bûyeran de derbeker bi ser ketin û wiha axivî: " Lê AK Partî hat ser îqtidarê, di 27ê Nîsanê, 17ê Kanûnê, 15ê Tîrmehê de di 3 teşebûsên derbeyê de jî derbexwaz têk çûn. Hûn biser ketin."
Yildirim got niha dibêjin ku 'Dê guherîna Destûra Bingehîn çi bîne?' Guherîna destûra bingehîn dê dawiya derbekeran bîne. Guherîna destûra bingehîn dê rêya îqtidara gel veke." Yildirim axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi vê guherîna qanûna bingehîn ve dê êdî eletewşiyên wekî 367 tunebin. Bi vê guherînê dê cuntaxwaz nekevin nav wê hewesê ku bên ser kar. Demokrasî, îradeya millet dê bênavber bişixule. Şaxên pergalê yên xitimî dê bên vekirin, biryar bi lez bên dayîn. Xizmetên ku welatî li bendê ne dê leztir bên kirin. Welatî dê hêsantir bigihêjin xizmetan, bi burokrasiyê re hêsantir kar bikin. Îstiqrar dê êdî li sindoqê bê helkirin. Bi vî awayî gel dê kesên ku wan bi rê ve dibin kontrol bike, parlementeran jî hilbijêre. Dê ji aliyekî hikûmetê hilbijêre, ji aliyê din ve parlementoyê hilbijêre, ê bi xwe hikûmeta xwe kontrol bike. Parlementerên wan jî dê li ser navê wan, li ser navê gel qanûnan çêke, hikûmetê kontrol bike. Demokrasiya rasterast, ne bi wekaletê, dê gel rayeyê bide, hesabê jî bipirse û dê Tirkiye êdî nebe welatekî ku ew kesên ku ji gel raye nesitandine gotinan dibêjin. Hemû mîhengên wesayetê dê bikevin bin emrê demokrasî û daxwaza neteweyî û dê gotina gel derbas bibe."
Yildirim wiha axivî:
"Vê guherîn û nûbûnê ji nêz ve herî zêde hûn dizanin. Em li Tirkiyeyê vê guherînê dibînin û vê guherînî ji bo welatê xwe, dahatûya xwe, ciwanên xwe wek îqtidara AK Partiyê ji bo ku bi awayekî herî baş binirxînin çi hewce dike dikin. Xwediyê vê pergalê gel e, yê ku dê ji bo vê guherînê deng bide jî gel e. Ew kesên ku li parlementoyê bi hezar cure dek û dolaban û bikaranîna şîdetê, bi gezkirina piyê parlamenteran, gulmistlêxistinê her cure hovîtiyê dikin bila bizanin ku dê millet ser sindoqê bi awayekî herî baş bersiva vê yekê bide. Gotin jî biryar jî wekî her dem dê dîsa ya gel be. Ev 15 sal in me hemû biryar bi gel re dan û em bi gel re meşiyan. Me ji bilî rizaya Heq û xelqê serî li ber tu tiştê netewand. Ji bo ku ji aliyê siyasî û aboriyê ve Tirkiye rastiyên dahatûyê bi dest bixe me xizmetên ku heq dike kirin û em heta îro hatin. Me di vê mijarê de piştgiriya herî mezin ji we sitand. Ciwanno, ji bîr nekin, ev axên mibarek çawa emanetî me hatibin kirin em jî dê bi heman awayî emanetî we bikin. Ew roj dûr nînin. Ma hûn hemû amade ne ku ev barî birûmet hildin ser xwe."