E.O
29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezîrê YEyê Omer Çelîk got ku "Fethullah Gulen ji bo ku nêrîneke dînî ya nesaz bike serdest hewl daye ku rejima laîk a Tirkiyeyê ji holê rake, bi hewldana ku vê yekê jî bi rêya dîktatoriya eskerî bike jî rejima demokratîk a Tirkiyeyê hedef girtiye."
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sermizakerevan Omer Çelîk di weşana zindî ya NTVyê de bersiva pirsên der barê teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û geşedanên piştê wê de da û rojev nirxand.
Çelîk li ser pirsa der barê daxuyaniya General Joseph Votelê Fermandarê Fermanên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) ya wekî "Piştî teşebûsa derbeyê ya FETOyê hin fermandarên ku DYA bi wan re dixebitiya hatin girtin" diyar kir ku daxuyanî ji aliyê rastiyên stratejîk, eskerî û herêmî ve guncav nîne.
Çelîk bal kişand ku divê der heqê daxuyaniya Votel de Pentagon an jî Wezarata Berevaniyê ya DYAyê nirxandinek bikin û wiha axivî: "Heke daxuyaniyeke dilxerab nebe daxuyaniyeke gelekî xelet e. Zimnen daxuyaniyeke wisa ku mirov dibêje hema piştgirî dide derbeyê. Daxuyaniyeke wisa ye ku gelekî xelet e, bêbesîret e û divê nehata kirin. Ez wisa bawer dikim ku dê Sererkanê DYAyê jî bê Tirkiyeyê. Sibe dusibe dê ziyareteke wî çêbe. Ji ber wê jî divê mirov beriyê bigire ku siyeke wiha nekeve ser wê ziyaretê."
- "Em ji mitefikê xwe vê hêvî nakin"
Çelîk destnîşan kir ku Fethullah Gulenê serokê FETOyê mohra xwe li derbeyek û çalakiyeke terorê ya dixwest ku li Tirkiyeyê demokrasiyê û dewleta hiqûqê tune bike da û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Fethullah Gulen ji bo ku nêrîneke dînî ya nesaz bike serdest hewl daye ku rejima laîk a Tirkiyeyê ji holê rake, bi hewldana ku vê yekê jî bi rêya dîktatoriya eskerî bike jî rejima demokratîk a Tirkiyeyê hedef girtiye. Şûna rejima destûra bingehîn a li Tirkiyeyê hewl daye ku nêrînên xwe yên nesaz bide rûniştandin û bi vî awayî jî dewleta hiqûqê hedef girtiye. Li holê ye ku ev tehdîda ku mirovekî wiha derxist ji aliyê me ve tehdîteke wisa ye ku ji bo ji holêrakirina demokrasî, rejima me ya laîk û dewleta me ya hiqûqê ye.
Çelîk da zanîn ku divê hember Gulen wekî Ladîn miamele bikin û demildest wî îadeyê Tirkiyeyê bikin û got ku DYA ji bo Tirkiyeyê hevpeymanekÎ gelekî giring e, dê ji niha pê ve di têkoşîna hevpar a dijî pirsgirêkên herêmî û gerdûnî de bibe welatekî hevpeyman û dost.
Îdiayên dibêjin ku "Li pişt teşebûsa derbeyê DYA heye" hatin bibîrxistin. Çelîk li ser vê yekê diyar kir ku di vê mijarê de ji bo ku navê welatên diyar bi nav bikin hewcedarî bi belgeyên fermî heye.
Çelîk wiha axivî: "Em ji hevpeymanê xwe tişteke wiha hêvî nakin. Em wisa difikirin ku tişteke wisa tune. Ji ber ku Gulen li wir e, ev yek dibe sedemê hin bertekên hestewar. Ev kes wekî serokê rêxistinê yê li pişt teşebûsa derbeyê heye û li wir li Pensilvanyayê bi dilrehetî rûdine û ev yek jî dibe sedema aciziyê."