Haydar Şahin
20 Nîsan 2018•Rojanekirin: 21 Nîsan 2018
ANKARA
Ayhan Bîlgenê Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku ew ê di Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) û Meclisa Partiyê (MP) da li ser pêvajoya tesbîtkirina namzedên parlemeneterî û serokomariyê û stratejiya hilbijartinê biaxivin.
Bîlgen di civîna çapemeniyê ya li navenda partiyê da rojev nirxand.
Bîlgen destnîşan kir ku ew ê roja yekşemê di LRNyê da, roja çarşemê jî di MPyê da bicivin û wiha axivî: "Ji bo ku xebatên li ser pêvajoya tesbîtkirina namzedan û stratejiya hilbijartinê eşkere bikin em ê civînên xwe bikin."
Bîlgen got ew ê pêşniyaza sîstemê ya ku ji bo partiya xwe tesbît bikin, bi partiyên din ra jî pare vekin.
Li ser pirsa "Gelo hûn ê di mijara tesbîtkirina namzedên parlementerî û serokomariyê da bi Selahattîn Demirtaşê Serokê Giştî yê HDPyê yê berê ra biaxivin?" Bîlgen wiha got: "Ya rastî li raya giştî pêşniyaz hene. Beyanên Demirtaş jî hene. Bê şik û guman em ê bala xwe bidin beyan û pêşniyazan. Lêbelê pêvajoyê hê dest pê nekiriye, ji ber vê mimkun nîne ku ji niha va tiştekî bêjim."
Bîlgen destnîşan kir ku di lijneyên partiyê da bibenebe ew ê meylek derkeve holê, hedefa wan a ewil ew e ku bi ser bikevin, qezenc bikin, ji bo vê jî girîngiyê didin hemû hevkariyan.
Ayhan Bîlgen diyar kir ku ew ê di hilbijartinê da çalak bin û ziyaretan bikin, ji bo îspatkirina raya mixalefetê girîngiyê didin vê mijarê.