TBMM
Hevseroka Giştî ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Sebahat Tûncelê got: "Em ê namzedê xwe yê Serokomariyê nîşan bidin û di hilbijartinên Serokomariyê de li qadan bin."
HDPyê duh li TBMMyê koma xwe ava kir û îro jî komcivîna xwe ya TBMMyê ya ewil kir. Tûncelê berî axaftinê êrîşa ku duh li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat kirin şermezar kir.
Tûncelê got ku îro yekemîn komcivîna TBMMyê li dar dixin û wiha dewam kir: "Ev destpêk e, lê heta em gihêştin vê astê me pir bedêl da."
Tûncelê got ku ew vê guherînê wekî guhertina partiyê nanirxînin, êdî bi awayekî baştir berpirsiyariya xwe dê bi cih bînin û wiha dewam kir: "Em dixwazin ku hêviyê xurttir bikin. Em dixwazin wekî BDPyê gavên nû biavêjin. Duh bi beşdarbûna hevalên me yên din hejmara me bû 27. Li vir ez ji wan re jî dibêjim hûn bi xêr hatin."
Tûncelê got ku ew plan dikin da ku 22yê hezîranê de kongreyê li dar bixin û ji hemû kesan dixwazin ku di pêvajoya damezrandina partiyê de piştgiriyê bidin wan.
- "Em ê namzedê xwe nîşan bidin"
Tûncelê îdia kir ku ji ber ku dê di demeke nêzîk de hilbijartinên Serokomariyê bên kirin, hemû pirsgirêk dane aliyekê û bi wan pirsgirêkan re tu kes mijûl nabe û nayne rojevê.
Tûncelê wiha dewam kir: "Serokomar gel na, dê partî hilbijêrin. Serokomarê ku bê hilbijartin dê Serokomerê partiyê be. Em ê nebêjin han ji were namzedê me jî ev e. Namzedê me dê ji bo mafên mirovan rêz bigire, aştîxwaz be û dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan alîkariyê bide. Divê namzedeke ku piştgiriyê bide berxwedana azadbûnê ya jinan be. Em ji bo ku endamekî wiha derxin çi ji destê me bê em ê bikin. Daxwaza me ew e ku tenê Serokomarê partiyekê nebe, Serokomarê hemû gel be."
- "Divê rêvebiriyên herêmî teqez hebin"
Tûncelê destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka kurdan gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê jî nayên çareserkirin û di heyama aştiyê de jî dest bi muzakereyan nehat kirin.
Tûncelê got ku lijneya partiyê 17 caran çû Îmraliyê, lê Serokwezîr der barê vê de tu agahî yan jî daxuyaniyek neda û wiha dewam kir: "Divê zagona muzakereyan bê derxistin û zagona têkoşîna li terorê jî bê guhertin. Hemû kes ji bo ku girtiyên KCKyê yên tên berdan kêf dikin, lê 5 sal in van hevalên me di hundir de heba bûn."
- "Biryara dardekirinê ya li Misrê"
Tûncelê bal kişand ser biryara dardekirinê ya li Misrê jî û got ku bi dardekirinê ve tu pirsgirêk nayên çareserkirin.