08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2016
ANKARA
Kalinê Berdevkê Serokomariyê der barê operasyona Mertalê Feratê da wiha got: "Wekî ku tê plankirin wê dewam bike. Bi taybetî di nav El Babê da ku DEAŞa rêxistina terorê lê bi cî bûye, divê zehf baldar tevbigerin. Vê gavê herêmeke hezar û 800 kîlomêtroqere, ji Cerablusê heya Ezazê, ji Ezazê heya başûrê Ezazê û heya herêma El Babê ji terorê bi temamî hatiye paqijkirin."
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Bûyerên ku li Helebê diqewimin me hemûyan di tatêlê da dihêle. Rejim li Helebê pir eşkere sûcê mirovî, sûcê cengê dikin û li ser vê berdewam in. Yek jî di daxuyaniya kesê ku li ser rejimê ye ya ku îro di çapemeniyê da belav bû, bi qasî ku em dibînin, rejim xwe nade ber tu agirbest an jî formulê. Vê jî zahf eşkere daye xuyakirin ku di rastiyê da li Heleb û li deverên din helwesta rasteqîn a rejimê çi ye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Em der heqê Qampa Başîqayê da mizakereyên xwe bi meqamên Iraqê ra dewam dikin. Qampa me li wê derê di çarçoveya têkoşîna DEAŞê da alîkariyê dide iraqiyan û piştgiriyê dide wan. Ji bo statuya wê derê mizakere dewam dikin."
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "(Li Babê êrîşa ku di 24ê mijdarê da li dijî leşkerên tirk hat kirin) Êrîşa dijî leşkerên me ya li dora Babê ji aliyê rejima Sûriyê va hatiye kirin. Di vê mijarê da pêzanîna di destê me da ev e. Ev jî dubare dide nîşan ku di rastiyê da li Helebê, li Babê û li hemû herêmên dinên Sûriyê helwesta rasteqîn a rejimê çi ye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "(Bangewaziya dovîzê xwe bikin TL) Roja ku Serokomarê me ev bangewazî kir, ji wê rojê pê va hemû dovîzên hesabê xwe kir Lireyê Tirkiyê. Berovajiyê vê ne mumkun e. Serokomarê me Erdogan wê kampanyayeke wiha bide destpêkirin û bixwe jî di nav da nebe, ango wê ji mirovan ra bêje 'bikin' bixwe jî neke. Tiştekî wiha ne mumkun e. Di vê kampanyayê da Serokomarê me jî bi welatiyê me ra, bi karsazên me ra, bi saziyên me ra, xwedî li Lireyê Tirkiyê, perê me yê millî derket."