28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
ANKARA
Balyoz Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê, destnîşan kir ku bûyera xistina frokeya cengê ya Rûsyayê bi sedema binpêkirina sînorê esmanî, bû sedema rageşiyeke kurtedem lê belê ê têkilî têk neçin û got, "Têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê da têkiliyên dêrîn in û ji aliyê siyasî û aboriyê ve xwedan girîngiyeke mezin in."
Kalin di rojnameya "Daily Sabah"ê da gotareke bi sernavê "Cenga Sûriyeyê û Têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê" belav kir.
Kalin bal kişand ser xistina frokeya cengê ya Sûriyeyê ku rêzikên angajmanê binpê kiribû û got, "Firokeyên Rûsyayê berê jî gelek cara sînorê esmanî yê Tirkiyeyê îxlal kiribû. Diyar e artêşa Rûsyayê guh nade hişyariyên Tirkiyeyê. Di Lutkeya Serokên G20ê da, ya ku di 15-16yê mijdarê li Antalyayê birê ve çû, Serokomar Receb Tayyip Erdogan û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin ev babet nirxandibûn û gihabûn wê fikrê ku bibin rêgir ji bo rûdawên ser sînorê Tirkiyeyê û Rûsyayê. Rêzikên angajmanê yên Tirkiyeyê eşkere ne û hemî alî jê agahdar in."
Berdevkê Serokomariyê destnîşan kir ku di bûyerê da qesta dijminahiyê tuneye û got, "Bûyer ne bûyereke dijminahiyê ye dijî Rûsyayê. Firokeya cengê encax di piştî ku hate xistin hate zanîn bê ya kê ye. Digel ku xwediyê boçûnên cuda ye, Tirkiyeyê têkdana berjewendiyên Rûsyayê ji xwe ra nekiriye amanc û nêteke wê yî wisa jî tuneye. Herwiha Tirkiyeyê piştî qeyrana Ukraynayê beşdarî enbargoyên dijî Rûsyayê nebû. Tirkiyeyê û Rûsyayê di 10 salên dawî da têkiliyên xwe xurt kiribûn."
Kalin cext kişand ser wê yekê ku Serokomar Erdogan ji ber vê bûyerê gelekî xembar bûye û xembariya xwe di hevpeyvîna xwe ya digel France 24ê da bi hevokê derbiriye, "Eger me bizanibûya ew firoke ya Rûsyayê ye emê bi şiklekî cuda tevbigeriyana."
Kalinê ku bi bîr anî Tirkiye jî endamekî NATOyê ye got, "Qada esmanî ya Tirkiyeyê di heman demê da ya NATOyê ye jî."
Berdevkê Serokomariyê idiayên der barê ku goya Tirkiye piştgiriya DAEŞê dike û neftê jê dikire derewand û got, "Ewên ku van îdiayan davêjin holê, heta nuha ne karîne delîlekî berceste ji bo vê îdiaya xwe bînin. Her çîrokên bêesas dibêjin.
Kalin destnîşan jî kir yek ji wan herêmên Rûsya operasyonan lê li dar dixe herêma Tirkmena ye. Tu grubên DAEŞê li wê deverê tunene. Ne diyar e ka Moskowa kê diparêze. Eger Rûsya li dijî DAEŞê bi rastî dilsoz e, bila dev ji bordûmankirina mixalifên mutedîl berde. Pirsgirêka tu aliyekî digel Rûsya, DYA û Fransaya ku operasyonan dijî DAEŞê li dar dixin tuneye. Nakokiyên bêwate yên di navbera hevpeymanan da û bordûmankirina mixalifên mutedîl yên Sûriyeyê, ê tenê bi kêrî terorîstan û rejima Esedî were. Pêdive dinya xwe ji van herdu şeytanan xilas bike."