29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, koalîsyona ku Amerîka di nav da ye ji zû va ye piştgirî nedaye operasyona Mertalê Feratê û wiha got: "Heta roja îroyîn Amerîkayê çek daye YPGyê. Noqte."
Çavuşoglu di A Xeberê da pirsên li ser rojevê bersivandin û li ser pirsa daxuyaniya ku duh Balyozxaneya Amerîkayê da û got ku Amerîka alîkariya çekan nedaye YPGê wiha got: "Koalîsyona ku Amerîka di nav da ye ji zû va ye ji hewa va piştgiriyê nade operasyona me ya Mertalê Feratê. Amerîka çekan dide YPG-PYDê. Noqte. Ku ew wisa bibêjin, ez jî wiha dibêjim. Pir eşkere ye. Ji bo ku ewê li hember DAEŞê têkoşînê bidin DYAyê çek da wan. Em jî, ew jî vê baş dizanin. Di destê me de belge hene, li dinyayê her kes jî vê dizane. Ji ber vê, beriya her tiştê divê em durist bin. Yanê heke bibêjin 'Me heta îro çek da wan, lê me fêm kir ku me xeta kiriye' temam e. Lê heta îro DYAyê çek daye YPGê, evqas."
Çavuşoglu pirsa der barê di Operasyona Mertalê Firatê de DYAyê piştgirî neda Hêzên Çekdar ên Tirkan jî bersivand. Çavuşoglu bi bîr anî ku Tirkiyeyê di têkoşîna li dijî DEAŞê de Baregeha Încîrlikê vekir.
Wezîr Çavuşoglu got ku li El Babê Tirkiye li dijî têkoşîna DEAŞê de pir xurt tevdigere, lê piştgiriya Tirkiyeyê nayê kirin û wiha got: Hadê rojekê hewa nebaş bû we nikaribû balafiran bifirînin. "Bû roja duyemîn... Lê koalîsyon ev demek e alîkariyê nade. Li vir YPG serî dide ser Amerîkayê. Ji ber ku min vê bi eşkereyî ji John Kerry ra got, niha wiha xeber didim. Lewra hûn dizanin armanca YPGyê ew e ku ji hêla Minbicê ber bi Efrînê va korîdora terorê ava bike."
Çavuşoglu destnîşan kir ku DYA li Reqayê YPGyê diemilîne û YPG jî dibêje "Heger dixwazî min biemilînî di operasyona El Babê da bila tirk bi sernekevin û ji bo korîdara me nebe asteng" û wiha dewam kir: "DYA ji me ra dibêje 'Nekevin El Babê, hêdî herin'. Me got 'Em çima hêdî pêşva herin.' Bi xeberdanên li ser têlefonê me ji DYAyê ra ku ev pêkan nîne, em li dijî DEAŞê şer dikin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."