28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Aysel Tugluka Arîkara Hevseroka Giştî ya HDPê ya ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve tê kirin de li Enqereyê hat binçavkirin bi destê dadgeha nobedar ve hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Tugluk jî di nav de miameleyên 5 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der heqê PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar de ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" û "birêvebirina rêxistina terorê ya çekdar" hatibûn binçavkirin ên li ewlehiyê hatin temamkirin.
Tuglukê û 4 gumanbarên din derxistin dadgehê û piştî îfadeya wê Tuglukê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kirin.
Dadgehê biryar da ku Tugluk ji ber sûcê "birêvebirina rêxistina terorê ya çekdar" bê girtin. Jêpirsîna 4 gumanbarên din ên li dadgehê berdewam dike.