Nihat Kavşut
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Lutfî Kirdar di vekirina Civîna 9emîn ya Hevkariya Aboriyê ya D-8an da ku Ajansa Anadoluyê (AA) mazûvanê wêneyan e xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Heger em di ticareta nav dewletan da rê vekin û pereyê xwe yê neteweyî biemilînin wê ev di dîroka D-8an da şoreşek be. Hewce nake em di bin barê kurên dowîzê da aboriya xwe bihelînin."
Erdogan bal kişand ser D-8an wiha got: "Pêdiviya bi rêbaz û nirxên D-8ê diparast kêm nebûye, hê zêdetir bûye. Lewra D-8 civakeke welatan a ji bo berjewendiyan li hev civiyane nîne. Ji bo dinyayeke adil, biaram û îstiqrarê pêk hatiye. Em wek endamên D-8ê xwedî hin îmtiyazên erdnîgariyê ne ku kêm welat xwedî van îmtiyazan in."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku divê D-8 xwe biguherîne û wiha got: "Li dinyayeke ku her tişt diguhere divê D-8 jî xwe biguherîne û di ciyê xwe da nesekine. Li gorî qinaeta min divê em teşkîlata xwe bi endam û şirîkên nû xurt bikin. Divê em ji mezinbûnê netirsin û rehet bin. Di mekanîzmayên biryarê da di ciyê yekdengiyê da divê em ji derfet û îmkanên piraniya têgihiştî îstifade bikin. Lewra bi yekdengiyê wê mekanîzmaya xebatê bixitime."