ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag, îdiayên ku di çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) yên der barê musteşarê MÎTê Hakan Fîdan de derketin nirxand û got: "Divê hemû kes baş pê zanibin ku, hikûmeta AK Partiyê, şaxa ku deyne ji kokê ve ranake û nahêle tu kes jî wê ji kokê ve rabike."
Bazdag li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê nîqaşa li ser Fîdan de agahî da.
Bozdag daxuyand: "Baweriya Hakan Fîdan bi gel, desthilatdariya gel, welat, ala û azadiyê heye û baweriya wî bê qisûr e. Hewce nîne li ser bîr û baweriya wî nîqaş bên kirin. Hin nûçeyên neyînî der barê wî de tên belavkirin, sedema van nûçe û agahiyên neyînî, sekna wî ya bê qisûr e. Ev nîqaş û agahiyên neyînî jî nîşan didin ku Serokwezîr biryareke rast daye. Divê hemû kes pê zanibin ku hikûmeta AK Partiyê, şaxa ku deyne ji kokê ve ranake û nahêle tu kes jî wê ji kokê ve rabike."