Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re li ser têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokomariya Fransayê hat dayîn, Hollande û Erdogan li ser rewşa Kobanê sekinîn. Li gor daxuyaniyê hat ragihandin ku herdu serok di heman fikrê de ne ku li dijî DÎŞIyê û rejima Esed piştgirî ji bo mixalefeta Sûriyeyê bê dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hollande diyar kir ku divê gelê li bakurê Sûriyeyê neyê qetilkirin û ji bo ku herêmeke tamponê bê avakirin û sivîl bên parastin ew piştgiriyê didin fikra tamponê ya Tirkiyeyê.
Li gor daxuyaniyê herdu serok jî piştgiriyê didin têkoşîna li dijî DÎŞIyê. Her wiha hat gotin ku ji bo li Iraqê çareseriyeke mayînde ya siyasî çêbibe, divê nifûsa sunî û nûnerên wan tevî rêvebiriyê bibin.