ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.
Akdogan li ser hesabê xwe gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu parve kir. Akdogan vê gotina Davutoglu parve kir:
"Kiliçdaroglu bangî gel dike ku derkevin kuçe û kolanan, bira bangî gel bike ku herin ser sindoqê. Ne ji xwe û ne jî ji sindoqê bawer dike."
Akdogan wek mayîn li ser hesabê xwe wiha got: "Di ciyê sindoqê de li kuçeyan li îqtidarê digerin, hêviya wan bi demokrasiyê tuneye, bi derbeyê heye. Ya ewil qesta îradeya neteweyî dike, ya duyem jî pişta xwe dide îradeya neteweyî. Siyasetmedarê ku bangî gel dike da ku derkevin kuçeyan, tenê ecziyeta xwe vedişêre."