ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Ez li ser navê xwe dibêjim, di heyama pêş me de, di parlementoyê de hebûna HDPyê ji bo çêtir birêvebirina pêvajoya çareseriyê bi kêr dibînim him jî ji bo pêşeroja tevgera siyasî ya kurd a ku HDP nûneriya wan dike jî wê çêtir be."
Kurtulmuş beşdarî weşana zindî ya KON TVyê bû û der heqê mijarên di rojevê de ne jî daxuyanî da.
Alîkarê Serokwezîr biryara HDPyê ya ku wê wek partî tevlî hilbijartina giştî bibe, nirxand û diyar kir ku beşdarbûna hilbijartinê ya partiyê ya bi namzedên serbixwe ve û yan jî wek partî bi destê HDPyê ve tê dayîn û wiha pê de çû: "Ez li ser navê xwe dibêjim, di heyama pêş me de, di parlementoyê de hebûna HDPyê ji bo çêtir birêvebirina pêvajoya çareseriyê bi kêr dibînim û ji bo pêşeroja tevgera siyasî ya kurd a ku HDP nûneriya wan dike jî wê çêtir be. Ji bo ku HDP bikaribe ji bendava hilbijartinê derbas bibe şertek li berê heye. Lazim e ku navberê bike nava xwe û teror, molotof, barût û maskeyê. Lewra rayê ez nadim û rayedarên HDPyê jî bi tena serê xwe nadin. Xelkê ray bide HDPyê. Xelk wiha difikire û dibêje 'êdî bila ev mirin çênebin, dengê çek û barûtê neyê û bêhna xwînê dernekeve."
- Pêvajoya Çareseriyê
Kurtulmuş ragihand HDP ji bo ku bikaribe ji bendava hilbijartinê derbas bibe hewcedariya wê bi du hîmên bingehîn hene û wiha dewam kir: "Divê xwe ji çek û barûtê dûr bixe, lazim e çekan binerd bike, wê zihniyetê binerd bike. Ya duyemîn jî ew e ku divê bi hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê re eleqedar bibe, nebe partiya herêmeke bi tenê, ji bo vê jî divê xelkê qanî bike ku ew partiya Tirkiyeyê ye."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş destnîşan kir ku heke HDP di bin bendavê de bimîne jî tu zirara wê ji pêvajoya çareseriyê re tuneye.