RÎZE
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Salona Sporê ya Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Kongreya Bajêr a Asayî ya 5emîn a AK Partiyê bû û li vir axivî.
Davutoglu di axaftina xwe da destnîşan kir ku lêpirsîna "rêxistina paralel" ku navenda wê Stenbol e hat berevajîkirin û wiha got: "Wekî ku operasyoneke li dijî çapemeniyê ye hat nîşanda, yên ku Tirkiyeyê li derva gilî dikin û dixwazin mehkûm bikin bila baş bizanibin, Tirkiye bi her awayî welatê azadiyê ye û wê tim azadî, demokrasî were parastin. Ev azadî û demokrasî di dema AK Partiyê da pêk hat û hat parastin. Lê dîsa jî divê baş bê zanîn ku endamên çapemeniyê jî tê da di civatê da tu kes ne xwediyê wê luksê ye ku hesab nede. Divê her kes hesabê kirinên xwe bide. Li Tirkiyeyê wê hesabê hemû dafikên li dijî îradeya gel were sitendin."
Davutoglu destnîşan kir ku di dad û ewlehiyê da em ê hesab ji yên ku rêxistinî dibin û dest didin ser mafên gel, bipirsin û got ku em ê bi biryar di vê rêyê da herin û wiha dewam kir: "Wê tu kesê pêşiyê li ber îradeya gel nebire û em bi tu awayî destûrê nadin vê."
- "Hûn hê nikarin Şîşliyê îdare bikin"
Serokwezîr Davutoglu wiha got: "CHP 4 deqîqeyan dewletê îdare bike wê bi hev ra şer bikin, çav berdin ciyê hev û li rûyê gel nenihêrin. Hûn hê nikarin Şîşliyê îdare bikin."