ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan got: "Rêxistina xaşxaşî ya ku ji bo me digot 'Serokwezîrê wê çaxê' jî înşallah di demeke kurt de dê neyê bîra tu kesî."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Gişkî ya DEÎKê ya ku li Otêla Wyndhamê hat lidarxistina axivî û diyar kir ku pêvajoya ji 2002yan hetanî îro "baxçeya gulan a bêdirik" nebû, her kesî dît ku welat ji kîjan xetereyan derbas bû, çi bû.
Erdogan destnîşan kir ku di vê demê da senaryoyên derbeyê hatin nivîsandin, hinekên wan hatin ceribandin, li dijî şexs û hevalên wî tehdît hatin kirin, suîqast hatin ceribandin, hewl dan ku partiya ku bi rayên welatiyan hatiye hilbijartin û xwedî ji sedî 65ê parlementoyê bê girtin. Erdogan got ku ji derve û hundirê welêt hewl dan ku aboriyê xirab bikin, yekîtiya neteweyî ji holê rakin û kolan û kuçe tevlihev kirin.
Erdogan diyar kir ku hin kesan di 17 û 25ê berfanbara sala par da hewl dan ku derbeyê bikin û wiha axivî:
"Heke me di wan xebatan yekê da stûyê xwe xwar bikira, li pêşiya wan çok bida me nikaribû ev roja bidîta, me nikaribû îro qala vizyona 2023yan bikira. Wisa ji xwe bawer kiribûn ku ew ê di derbeyê da serkeftî bin, der heqê me da îdianame jî amade kiribûn û di wê îdianameyê da der barê min da gotibûn 'Serokwezîrê wê çaxê'. Ew kesên ku gotibûn 'Serokwezîrê wê çaxê' niha bûne rêxistina xaşxaşiyan. Ew kesên ku ji merhum Adnan Menderas ra gotibûn 'Serokwezîrê wê çaxê' niha di bîra tu kesî da tunin. Heman tişt e. Tu kesê wan kesên rêxistina xaşxaşiyan ên ku ji bo me digotin 'Serokwezîrê wê çaxê' jî neyne bîra xwe."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku wan kesên ku digotin 'Kobanê Kobanê Kobanê' ji hewayê cebilxane şandin û wiha pê da çû: "Ew cebilxane çû ku derê, hinek ketin destê DÎŞIyê hinek jî ketin destê PYDyê. Herdu jî wek hevdu ne. Herdu jî ji hevdu xirabtir in. Di navbera wan da cudahî tune."
Erdogan diyar kir ku ji DYAyê gotine ku li Kobanêyê kesên sivîl tunin û 200 hezar sivîl bi destê Tirkiyeyê hatin qebûlkirin û derbasî Tirkiyeyê bûn.
Serokomar Erdogan wiha pê da çû:
"Niha qasî 3 hezarî şervan hene. Ev li dijî DÎŞIyê şer dikin. Temam, çima bi Helebê ra eleqedar nabin. Ya girîng niha Heleb e. Girîngiya sitratejîk a Kobanêyê tune. Ji bo hin kesan heye. Ez niha difikirim. Ji hevalên xwe ra jî dibêjim; dibe ku ji bo bakurê Sûriyeyê pîlaneke teze amade kirin? Yanê eyaletê ava dikin? Lewra derdekî Esed ê wisa tune. Dibe ku hersê kantona bi hev va kin û tiştekî din bikin. Ev ji bo welatê min xetere ye û tehdîd e. Ez nikarim li hemberî vê bêdeng bisekinim. Lê çima ji bo Helebê dengê xwe dernaxin? Li Helebê milyonek û 200 hezar kes hene. Têkiliya me ya bi wan ra ji ya bi Kobanêyê kêmtir nîne. Li wê derê dîrok heye, aborî heye, çand heye, medeniyet heye. Çima li Helebê xweyî dernakavin. Em hemû rastiyan dibînin û wiha dikevin tevgeran."