ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Çelîk li navenda AK Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê mjarên ku di rojevê de nin fikir û ramanên xwe eşkere kir.
Alîkarê Serokê AK Partiyê Çelîk li ser biryara dadgehê ya der barê bûyera Ûlûdereyê sekinî û wiha got: "Dadgeha Leşkeriyê der barê bûyerê de got ku xetayeke gelek mezin heye, heqe bi qestî tiştek hatibe kirin di dewleta hiqûqî de çi lazim be dê bê kirin. Xanima Serokwezîr Emîne Erdogan û hin wezîrên me ji bo sersaxiyê çûn ba malbatan û li wê derê mewlud him bi kurdî û him bi tirkî hatin xwendin. Malbat dikarin serî li Dadgeha Makezagonê jî bidin û li wê derê dozê vebikin. Yanî pêvajoya hihûqî hêj neqediya ye"
Çelîk derheqê îdîayên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya ku dê Serokê PKKê Abdullah Ocalan serbes bê berdan de jî axivî û got ku ev îdîa derew e.
Çelîk li ser ji nû ve darizandina kesên ku di çerçoveya dozên Ergenekon û Balyozê de tên darizandin jî sekinî û wiha got: "Ji nû ve darizandin nayê wê wateyê ku dê Rexistina Terorê Ergenekon û Plana Çalakiya Balyozê tune bên hesibandin"