ÎZMÎR
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê yê berê Bînalî Yildirim der barê îdiayên derheqê hevlingê wî ya di operasyonên li Îzmîrê de derket de got:
"Heke ev ê ku xeletî kiribe bavê min be jî dê wî hesabê bide."
Yildirim ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê namzetê AK Partiyê ye û di vê çarçoveyê de ji bo hilbijartinên herêmî hat navçeya Selçûkê ya Îzmîrê. Yildirim hin serdana kir, bi welatiyan re hat bal hev û sohbet kir.
Rojnemevanan îdîayên ku derbarê hewlingê Yildirim de derket jê pirsî û Yildirim jî wiha bersiv da:
"Ev mesleyeke dadgehiye. Pêvajoyê dest pê kir, yanî lêpirsîn niha didome û ji ber vê jî em nikarin der barê mijarê de agahiyên berfireh hîn bibin û tişteke wisa jî niha ne lazim e. Birêmin, ew ne hevlingê min heke ew kes bavê min be jî dema ku xeletî kiribe divê hesabên kirinên xwe bide. Bila tu kes vê yekê îstismar neke. Mala wî û cihê wî diyare heke tiştekî ku hewce bike dikarin biçin wî bigrin û bikin."