Li gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo ku bûyerên terorê protesto bikin û ji bo ku şehîdan bi bîr bînin welatî bi hev re meşiyan.
Li Stenbolê li navçeya Fatîhê welatî hatin Goristana Leşkerî ya Edîrnekapiyê û li hev kom bûn. Welatiyan Qur'an xwend, tekbîr anîn û heta parka Saraçhaneyê meşiyan.
Di rê de sloganên "Şehîd namirin, welat perçe nabe", "Misilman raneze li şehîdê xwe xwedî derkeve" berz kirin.
Samsun
Li Samsunê jî gel li ser medyaya civakî organîze bû û li kolana îstîklalê ya li navçeya Îlkadimê meşek hat lidarxistin.
Koma ku di destê wan de alaya Tirk hebû wek "Şehîd namirin, welat perçe nabe", "Welêt canê min ji te re feda bibe" slogan berz kirin û bertek nîşan dan.
Kirikkale
Li Kirikkaleyê jî koma ku li qada Cumhuriyetê kom bû ji bo cangoriyan dia kir û alayeke mezin a Tirkiyê vekir.
Li ser navê komê Bahadir Erdemîr axivî. Erdemîr got ku ew cangoriyan bi rehmetê bi bîr tîne û dibêje ku Xwedê sebrê bide malbata wan.
Bursa
Li Îznîka navçeya Bursayê jî dema êvarê hin nunerên partiyên siyasî û yên saziyên civakî yên sîvîl li Dortyolê hatin bal hev. Bi hezaran kes di destê wan de alayên tirk heta kolana Ataturkê meşiyan û li vir sirûda Îstîklalê xwendin.
Mêrsîn
Welatiyên ku li Mersînê bi saya medyaya civakî organîze bûn li qada Cumhuriyetê hatin bal hev. Welatiyan bertek nîşanî bûyerên terorê dan û li vir sirûda Îstîklalê xwendin. Piştî sirûdê qasî deqîqeyekî li ser piyan ji bo rêzê sekînin.
Van welatiyan jî bi alayên Tirk ve gotin "Şehîd namirin, welat perçe nabe", "Welêt canê min ji te re feda bibe" û bertek nîşanî bûyeran dan.
Ji bilî van bajaran li Aydin, Tokat, Aksaray, Îzmir, Nevşehîr, Bîlecîk û Zonguldakê jî meş hatin lidarxistin.