Nihat Kavşut
23 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
ÎZMIR
Serokwezîr Yildirim der heqê ewlehiya hilbijartinê da wiha got: "Divê welatiyên me û Birêz Kiliçdaroglu bizanibin ku beriya hilbijartinê qalkirina ewlehiya hilbijartinê karekî rast nîne. Jixwe hikûmeta me ji bona ku hilbijartin di nav ewlehî û hizûrê da bê kirin bi mehan e tevdîrên ku hewce dikin hildide. Ji bona ewlehiya sandoqan û rê li ber pirsgirêkan bê girtin di warê qutbûna ceyranê û rêyan da wezaretên me yên eleqedar hemû tevdîran hildidin."
"Çavdêrên biyanî her tim tiştekî dikin, her tim beriya hilbijartinê daxuyaniyên ku hişê merivan tevlihev dikin didin. Em jî ji wan ra vê dibêjin; werin, 400 kes na bi 800 kesî werin lêbelê wekî meriv û însanan hilbijartinê teqîb bikin, şaşiyeke wekî midaxeleya li hilbijartinê jî nekin. Demokrasiya Tirkiyeyê pêş ketiye, Tirkiye dewleta hiqûqê ye."
"Hilbijêrên ku di hilbijartinan da kemilîna demokrasiyê ya herî baş nîşan didin, hilbijêrên Tirk in. Hilbijartin wê çawa bê kirin, bi kîjan zelaliyê bê kirin hewce nake ji wan ra qala vê bê kirin. Bi qasî ku em dixwazin çavdêr bicihkirina we jî nîşan dide ku em çiqasî di vê mijarê da rihet in. Mixabin lê hin komên çavdêriyê mîna berdevkên rêxistinên siyasî yên marjînal tevdigerin û li gor me ev yek jî rast nîne. Em wisa difikirin ku bi awayekî ev jî mudaxeleya li hilbijartinê ye. Heqê tu kesî tuneye ku li ser vê hilbijartina li Tirkiyeyê tê kirin, bi nêrîn û pirsên neyînî qirêjiyê bikin. Ev nayê qebûlkirin û neheqiya herî mezin a li hemberî gelê Tirk e."
"Xwediyê hilbijartinê yê esil Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) e. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li her aliyê welêt amadehiyên xwe kirine, tevdîrên xwe hildane lêbelê wezîfeya LHByê nîne ku ewlehiyê jî pêk bîne. Ji îro şûn da welatê me ew ê di ewlehî û îstiqrarê da wekî ku Xazî Mustafa Kemal Ataturk îşaret kiriye ber bi hedefên xwe yên 2023an meşa xwe bidomîne. Ez her kesî selam dikim, ji wan îstirham dikim ku bira her kes here ser sandoqê."