Abdullah Tel
23 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Bi tu awayî qezaya hilbijartinê tune. Ez dixwazim bi bîr bixim ku partiyî bêpartiyî ferq nake divê welatiyên me teqez mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di weşana zindî ya hevpar a ku ji ser TRT1ê, TRT Haber û TRT Worldê hat weşandin da qala Pergala Hikûmeta Serokomariyê kir û bersiva pirsan da.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan qala girîngiya hilbijartinê kir û ji hemû welatiyan ra got ku qezaya hilbijartinê tuneye û ji ber vê jî bila herin mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û raya xwe bidin.

Tevgera welatiyên Tirkiyeyê yên li dervayî welêt ku dengên xwe dabûn mînak nîşan da û got: "Digel ku hemû mafên welatiyên me yên li dervayî dijwar kirine jî, digel ku gelek astengî derxistine pêşiya wan jî têk neçûn, aciz nebûn heta ji çendî kîlometro dûr ve hatin û dengê xwe dan. Gelek eza û cefa kişandin. Bi rastî jî ev hesasiyeta welatiyên min ên li dervayî Tirkiyeyê ji ser her teqdîrê re ye. Niha di vê hilbijartinê de jî dîsa ez bawer dikim ku dê welatiyên min bi dengê ku dê li vir biaviêjin piştgiriyê bidin guherîna pergala birêvebiriyê ya li Tirkiyeyê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku roja duşemê Tirkiye dê bi awayekî gelekî cuda şiyar bibe û wiha dewam kir: "Jixwe ji îro ve ew gelek quncikên biyanî filan heta saziyên derecedayînê wesaîre ew bûyera der barê kurên dowîzê de kêm be jî baş dikin. Ev jî nîşan dide ku wan jî di lêkolînên raya giştî da ku bi xwe dan kirin rewşa li Tirkiyeyê ne li gor plan û hêviyên wan e bereksê wê diçe. Jixwe em jî vê di qadê de dibînin."

- Projeyên ketin rewacê
Projeyên ku di heyama desthilatdariya AK Partiyê da hatin çêkirin û ketin rewacê jî di rojeva Serokomar Erdogan da cih girt û ragihand ku ji roja vebûnê heya niha 268 milyon rêwiyî Marmara emilandiye û ji bo Balafirgeha Nû jî got: "Li wir wê bi qasî 100 hezar kesê bixebite. Ev jî Rojavayê dîn dike. Wekî 'Ev Tirkên dîn çi dikin'. Dê bêtir dîn bibin."
Di mijara parastina pîşesaziyê da jî Erdogan got ku dema wan dest bi kar kir Tirkiye bi tenê ji sedî 20 hewcedariyên xwe dikaribûn hel bike lê niha ev reqem ji sedî 65 e.
Serokomar Erdogan ragihand ku di mijara têkoşîna li dijî terorê da tu derdê namzedê partiya mixalefeta sereke û him jî yê serokê wî yê giştî teqez tuneye û wiha pê da çû: "Hema bêje CHP wekî ku di nav vê teşebusa derbeyê da be xuya dike. Der barê Kemal Batmaz ê kiryarê derbeya FETO da hin belge derketin holê. Ew dê demildest bikevin meydanê. Ez îro vê bibêjim. Bi vê belgeya der barê Kemal Batmaz de wê ev gelekî bikevin tengasiyê."
Di mijara Minbicê da jî Serokomar Erdogan got ku niha nexşerêyeke bi qewl hatiye kifşkirin û hemû gav li gor wê tên avêtin û wiha domand: "Li Minbicê nexşerê hat diyarkirin. Ev nexşerêyeke 90 rojî ye. Bi vê nexşerêyê jî PYD, YPG dê bi temamî wir vala bikin û ji sedî 90-95ê wir jî Ereb in, dê niştecihên Ereb bên û bi cî bibin."
- "Ew ji xwe ekîba xerabkirinê û em jî yê avakirinê ne"
Serokomar Erdogan bal kişand ser pêvajoya ku li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi qeyûman dest pê kir û wiha pê da çû: "Ew Dîcle, Şirnex, Hekarî niha pir cihê ne. Me li wê derê veberhênanên pir mezin kirin. Dema me ev veberhênan kirin me negot ku rêxistina terorê ev dera xerab kirine, şewitandine. Ew jixwe ekîba xerabkirinê ne û em jî ya avakirinê ne. Çima? Lewra ew der axa welatê me ye û ji ber ku terorîstan ew der xerabkiriye û şewitandiye em nikarin di wî halî da bihêlin."
Ji Serokomar Erdogan hat pirsîn ku we gotibû Komara Tirkiyeyê dewleta tekane ya Kurdan e û gelo di vê mijarê da welatiyên me yên Kurd vê çawa dinirxînin?
Serokomar jî got: "Ez wiha îfade bikim. Helbet bendewariya min zêdetir e. Heke hûn bibêjin 'Bendewariya te bi cih tê?' ez nikarim bibêjim ku belê lewra derfet û veberhênana ku me li wan deran kir zehf zêde ye. Yên ku polîtîkayên înkarê rakirin em in, yên polîtikayên redkirinê rakirin em in, yê ku asîmîlasyon ji holê rakir em in. Di girtîgehê da dayikan nikaribû bi zarokên xwe ra Kurdî xeberdin, me pêşî li van vekir. Digel van hemû kirina lê ez hê jî mêze dikim tiştên berepaş hene. Mînak dema hûn ji navendê derdikevin ber bi balafirgehê va tên rêya bi 8 şerîdî ya 4 çûn û 4 jî ji bo hatinê ne hene. Geliyê Dîcleyê, qadên seyranê, Nava Sûrê, Birca Saetê, Mizgefta Qurşûnî, TRT 6... Der barê van da weşanê nake? Der barê wan da weşanê dike, ev azadî nîne, yên ku ev azadî da kî ne? Me da ey xwîşk û birayên me yên Kurd, ez dibêjim xwîşk û birayên min ên Kurd. Ew van gavên me nabînin? Digel van hemû kirinan hê jî li pey terorîstan dimeşin."
Ji bo Efrînê jî Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew der niha bi 12 bircên çavdêriyê va di bin kontrolê da ye.
Serokomar Erdogan ragihand ku milet di 16ê nîsanê da ji bo pergala serokatiyê biryara xwe da û got: "Em ji wan rojan gihîştin îro. Ev pergala ez li ser ekranê qal dikim pergala nû li miletê me bi xêr be. Miletê me roja yekşemê dixwazî ji CHPyê, dixwazî ji Seadetê, dixwazî ji ÎYÎ Partiyê û dixwazî ji HDPyê be, em talibê rayên we ne. Bila piştgiriyê bidin me, em bibin yek û bi hev ra bibin Tirkiye."