Elif Orhan
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber 14emîn salvegera wefata "Qralê Zanyar" Alîya Îzzetbegovîçê Serokomarê Bosna-Hersekê peyam weşand.
Erdogan di peyama xwe ya ji ser Twîttera malpera parvekirina civakî de got ku "Îro 14emîn salvegera mirina serokê zana Aliya Îzzetbegovîçê Serokomarê Bosna-Hersekê yê ku yek ji şexsiyetên herî girîng ên dîrokê ye. Xwedê rehma xwe li Aliyayê ku bi serokatî û xizmetên ku ji bo gelê Bosna-Hersekê yê bira kir di dilan de xwedî cihekî cuda ye bike."