Abdullah Tel
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey tekiliya Amerîkayê ya bi YPG/PKKya navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi kar tîne şiband rewşa li Iraqê ku piştî sala 2003an pêk hat û got: "Lazim e rêxistin ji hêla siyasî va bibe perçeyekî civaka Sûriyeyê."
Nûnerê Taybet Jeffrey li Konseya Atlantîkê ya navend Washîngton e di panela bi sernavê "Pêşeroja polîtîkaya Amerîkayê li Sûriyeyê" da axivî û têkiliya di navbera Amerîka û YPG/PKKya rêxistina terorê da nirxand.
Jeffrey îdia kir ku têkiliya di navbera Amerîka û rêxistinê da daîmî nîne û got ku lazim e rêxistin ji hêla siyasî va bibe perçeyekî civaka Sûriyeyê.
- "Em ji bo armanceke spesîfîk piştgiriyê didin"
Jeffrey di axaftin xwe da bal kişand ser YPG/PKKyê û got: "Em ji bo armanceke spesîfîk piştgiriyê didin û ev armanc jî têkbirina DEAŞê ye. Têkoşîna li dijî DEAŞê ji bo xêra wan e jî. Vê yekê jî em ji bo xêra wan bigihêje me nakin, em ji bo ewlehiya xwe dikin. Bînin bîra xwe di sala 2014an da dema ku DEAŞê bi êrîşa li ser Kobanê va ew li ser sînorê Tirkiyeyê asê kiribûn şirîkatiya me ya ewil a bi wan ra li wir kir dest pê kir. Ew li hemberî DEAŞê baş têkoşiyan."
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey tekîliya Amerîka û YPG/PKKyê şiband rewşa ku piştî sala 2003an li Iraqê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi lîderiya Mesûd Barzanî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi lîderiya Celal Talabanî û Şûraya Bilind a Şoreşa Îslamî (ŞBŞÎ) ra hatibû danîn û wiha pê da çû: "Ev ji bo wê demê armancên me yên spesîfîk û têkiliyên me yên berwext bûn. Em gihîştin armanca xwe. Ew armanc ev bû ku li Iraqê hikûmetê û civakê bigihînin hev û ji wan jî partiyên siyasî derxin. Ji bo ku careke din bûyerên hovane yên di heyama Saddam da neqewimin û ew civak jî bikaribe makezagoneke aştî û asayîbûnê bi cih bike û heyata xwe bidomînin. Ji bo HSDê jî aramanc ew e ku ew bibe perçeyekî ji civaka Sûriyeyê. Têkiliya me bi rêxistinên ne dewlet in ra tuneye."
- Operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li rojhilatê Feratê
Jeffrey qebûl kir ku ji ber YPG/PKKyê di navbera Tirkiye û Amerîkayê da piçek sarbûn heye û wiha dewam kir: "Ev ji bo Tirkiyeyê fikarek e û em wê fikarê jî fehm dikin û li dijî ewlehiya Tirkiyeyê jî nînin. Em bi Tirkan ra awayekî berfireh jî li ser vê meseleyê diaxivin."
Di axaftina xwe da Jeffrey bi bîr xist ku wî du hefte berê bi qasî sê rojan li Tirkiyeyê hevdîtin û civîn kirin û ji bo operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li ser rojhilatê Feratê jî ragihand ku axaftina Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump a bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji ser têlefonê jî di nav da ji her astê rayedarên Amerîkayî bi hevpîşeyên xwe yên Tirk ra diaxivin û hay ji hev hene.
Jeffrey wiha pê da çû: "Em dixwazin ku bi Tirkan ra û bi kesên li qadê ne ra ji bo pêşerojê bikaribin bixebitin. Li gelek cihan berjewendiyên me hevpar in. Em li ser ewlehiya Tirkiyeyê sekinîne û em li ser qedandina DEAŞê jî sekinîne."
- YPG/PKK şiband "Hîzbullahê"
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey ji aliyekî va hereketeke li ser bakurê Sûriyeyê wek "fikreke xerab" hesiband û ji aliyê din va jî got ku ew fikarên Tirkiyeyê yên der barê YPG/PKKyê da baş fehm dikin û wiha pê da çû: Çawa ku Îsraîl Hîzbullahê li ser sînor ji bo xwe wek tehdîd dibîne,Erebistana Siûdî Hûsiyên li ser sînor ji xwe ra tehdîd dihesibîne, ew (Tirkiye) jî PYDyê qet nebe ji bo xwe wek tehdîdeke potansiyel dibîne. Lazim e bala me li ser vê be, li ser e jî û em di vê mijarê da bi Tirkan ra dixebitin."