18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyaniya xwe ya hefteya borî ya ku Tirkiye dibêje ez ê li bakurê rojhilata Sûriyeyê li dijî YPG/PKKyê operasyonê bikim, merivan dixe "fikarê" û "nayê qebûlkirin", nerm kir.
Di brîfînga çapemeniyê ya rojane da berdevkê Pentagonê Albay Rob Manning ji pirsa nûçegihanê AAyê ya "We hefteya borî gotibû ku 'nayê qebûlkirin' hûn hê li ser vê gotina xwe ne?" ra berdiva "Erê" dabû.
Lê paşê ji Manning ji bo ku vê bersiva xwe rave bike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyaniyeke nivîskî şand.
Albay Manning di daxuyaniya xwe da got, "Amerîka û Tirkiye him ji bo ewlehiya Tirkiyeyê him jî ji bo ku DEAŞ wek mayînde were têkbirin di hemû mijarên ku bandora wan li ser rewşa rojavayê bakurê Sûriyeyê heye û hêzên Amerîkayê jî tev e, bi awayekî lebat di nav kordînasyonê da ne."
Manning diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser mijarê disekinin û wiha dewam kir, "Herdu welat jî ji bo di mijara têkoşîna tehdîda terorê ya li dijî Tirkiye, herêm û wekî dinê da li ser kordînasyonê disekinin."
- "Daxuyaniya ku min îro da derbasdar e"
Albay Manning paşê ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got ku daxuyaniya ku Pentagonê hefteya borî da li gor şert û mercên wê rojê bûn, lê şert û mercên sehayê guherîn.
Manning got, "Der heqê daxuyaniya ku me hefteya borî da de, şert û merc diguherin, ji ber vê yekê daxuyaniya ku min îro da derbasdar e."
Pentagonê hefteya borî wiha gotibû, "Li rojhilata bakurê Sûriyeyê bi taybetî jî herêmên ku eskerên Amerîkayê lê ne an jî nêzîk in, heke aliyek bi tena serê xwe gavekê biavêje ev gav fikar e û em van gavên bi vî rengî wek gavên nayên qebûlkirin dibînin."
Di civîna çapemeniyê da Manning li ser pirsa "gelo ji gotina nayê qebûlkirinê Amerîka wê hêza eskerî bi kar bîne an na"yê wiha bersiv dabû, "Ez ne emîn im, ez ê di vê mijarê da li we vegerim."