İbrahim Atmaca
12 Gulan 2019•Rojanekirin: 13 Gulan 2019
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu got, "Ez hêvî dikim Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê Ajansa Anadoluyê yê Bayburtê ku dema wezîfeya xwe dikir, qezayek derbas kir û di zagê da ket winda bû, demildest were dîtin û sax û silamet bigihêje malbata xwe, vegere nava me."
Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê dema ku li ser Çiyayê Soganliyê yê navbera Bayburt û Trabzonê xebatên vekirina rê dişopand, li Çivên Derebaşiyê berfa bin lingê wî şiqitî û di zagê da ket. Kiliçdaroglu li ser Twitterê der heqê Nîşanci da daxuyanî da.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu di parvekirina xwe da wiha got, "Ez hêvî dikim Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê Ajansa Anadoluyê yê Bayburtê ku dema wezîfeya xwe dikir, qezayek derbas kir û di zagê da ket winda bû, demildest were dîtin û sax û silamet bigihêje malbata xwe, vegere nava me."