Haydar Şahin
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 17 Tebax 2018
MOSKOVA
Dîmîtriy Peskovê Berdevkê Kremlînê diyar kir ku ji bo lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera Tirkiya, Rûsya û Îranê da di serê îlonê da were kirin xebatê dewam dikin.
Peskov li Moskovaya paytext daxuyanî da rojnamevanan û lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera Tirkiya, Rûsya û Îranê da ku pîlan dikin li Tehrana paytextê Îranê were kirin nirxand.
Peskov diyar kir ku xebatên ji bo lûtkeyê dewam dikin û wiha pê da çû: "Ji bo lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera serokên Tirkiya, Rûsya û Îranê da di serê îlonê da were kirin xebatê dewam dikin. Dema kanalên dîplomatîk li ser bernameya lûtkeyê li hev bikin em ê ji raya giştî ra diyar bikin."
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî duh di daxuyaniya xwe da bi bîr xistibû ku civîna 2yan a Pêvajoya Astanayê ya li ser Sûriyeyê didomînin li Enqereyê hat kirin û wiha gotibû: "Tê pîlankirin ku civîna 3yan di serê îlonê da li Tehranê were kirin. Dema dîrok tam eşkere bibe emê diyar bikin. Bi taybetî ji bo ku şerê li Sûriyeyê bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin em girîngiyê didin pêvajoya Astanayê."