Önder Beyter
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 17 Tebax 2018
MOSKOVA
Anatoly Aksakovê Serokê Komîteya Piyaseyên Fînansî ya Dûmaya baskê xwarê yê Parlamentoya Ûris diyar kir ku wekî amûrê zextê emilandina dolarê dê rê li wê yekê veke ku cureyê pereyê kurewî yê nû çêbe.
Aksakov di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku zexta di warê emilandina dolarê Amerîkayê da dê encameke wisa derxe ku di miemeleyên navneteweyî da dolar derbas nebe.
Aksakov got ku dolar, statuya "cureyê pereyê dinyayê" di sala 1944an da bi dest xist û wiha dewam kir, "Wê demê dolar di cihê xwe da ma, lêbelê cureyê pereyê neteweyî yê gelek welatî ji nirxê xwe ket. Vê yekê jî kir ku ji ser cureyê dolar bêtir miemele werin kirin û herwiha di encamê da jî di miemeleyên navneteweyî da dolar xurt bû."
Aksakov got ku welatên BRICS (Brezilya, Rusya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) hevdîtinan didomînin ku ji bo miemeleyên di nava xwe da cureyê pereyekî nû biemilînin û wiha axivî, "Pêvajoya afirandina cureyê pereyekî nû, dibe ku di nava 5 salan da kuta bibe. Ev, bi helwesta Washingtonê va girêdayî ye. Amerîka heger ji bo emilandina dolar, bêtir zextê bike wê demê welatên din jî wê bêtir li dijî wê yekê derkevin ku miemeleyên xwe bi dolar bikin."
Aksakov bal kişand ku wekî amûrê zextê emilandina dolarê dê rê li wê yekê veke ku cureyê pereyê kurewî yê nû çêbe û wiha dewam kir, "Dema cureyê pereyekî nû yê alternatîf çêbû, girîngiya dolarê jî dê nemîne. Bi vî awayî jî bandora Amerîkayê ya li ser dinyayê jî dê ji holê rabe."