Muhammed Nuri Erdoğan
21 Nîsan 2025•Rojanekirin: 22 Nîsan 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber wefata pêşengê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francîscus peyama sersaxiyê weşand.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku ew bi xemgînî hîn bûye ku pêşengê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francîscus wefat kiriye.
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Papa Fransuva zilamekî dewletê yê biqîmet û di heman demê da pêşengê ruhanî bû ku girîngî dida diyaloga di navbera komên baweriyên cuda da û li hemberî trajediyên mirovî, bi taybetî jî mijara Filistînê û nijadkujiya li Xezeyê însiyatîf girtibû ser xwe. Ez li ser navê xwe û miletê xwe teziyeyên xwe digîhînim malbata wî, Dewleta Vatîkanê û alema Katolîkan û sersaxiyê didim."