Barış Gündoğan
17 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Mêrdîn amade ye ku em Sedsala Tirkiyeyê bi hev ra ava bikin û di 2023yan da cardin rêya Tirkiyeya ewledar, aram û murefeh vekin."
Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir û tê da taybetiyên herêmî û çandî yên Mêrdînê û veberhênanên ku li bajêr hatine kirin, cih girtin.
Di vîdeoyê da "strana Sedsala Tirkiyeyê" bi Tirkî, Kurdî, Erebî û Suryanîkî tê gotin, Serokomar Erdogan jî gotinên stranê dibêje.
Erdogan di parvekirina xwe da wiha got, "Mêrdîn amade ye ku em Sedsala Tirkiyeyê bi hev ra ava bikin û di 2023yan da cardin rêya Tirkiyeya ewledar, aram û murefeh vekin."