24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş bû mêvanê Maseya Edîtorên Ajansa Anadoluyê (AA) ye.
Kurtulmuşê di civîna Maseya Edîtorên AAyê da rojevê nirxand û herwiha bersiv da pirsên edîtor û nûçegihanan.
Kurtulmuş behsa qebûlkirina pêşniyaza guherîna zagonê kir û wiha got: "Bi guherîna zagonê ve serokomarekî ku parlamento dikare jê hesabê bipirse wê hebe. Ji ber ku serokwezîrtî ji holê radibe, rayeyên di destê serokwezîr de bûn jê hinek wê bikeve destê serokomar. Di sîstema niha de rêvebiriyeke duserî heye. Vekin zagonê bixwînin, hin fonksiyonên rêvebiriyê di destê serokomar de, jê gelek jî di destê serokwezîr de ne. Li gor zagonê ev rêvebiriya duserî ji holê radibe û rêvebiriyeke tekane tê avakirin. Navê vê jî "Sîstema Serokomariyê ye". Ji ber vê ne serokomariyeke ku gelek rayeyên derasayî yên nû di destê wî de ne, lê sîstemeke ku hemû rêvebirî di destekî de dihewîne û di nav sîstema zagonê ya heyî de cihê xwe digre, wê hebe."
- "AK Partî û MHP bi hev ra kampanyaya referandûmê nakin"
Li ser pirsa "Di çarçoveya referandumê de MHP û AK Partî wê bi hev re kampanyayê bidin weşandin an jî wê mitîngên hevpar bikin ?" Kurtulmuş wiha axivî: "Du partiyên cuda ji bo pakêteke guhertina makezagonê dengê 'erê' dan û li vê derê muşterektî çêbû. Her du partî jî wê kampanyayeke referandûmê çêkin. AK Partî û MHP bi hev ra kampanyaya referandûmê nakin. Li gor MHPê çi girîng be, wê behsa wê bike, em ê jî wek AK Partî li gor xwe kampanyayê bimeşînin. Her du jî kampanyaya erêkirinê ye."
- "Serokomar wê bi hin mekanîzmayên çavdêriyê yên xurt ra rûbirû bimîne"
Kurtulmuş destnîşan kir ku di sîstema serokatiyê de ji bo Tirkiyeyê biryarên bilez wê bên dayîn û rêvebiriyê baştir wê bimeşe û wiha dewam kir: "Serokomarê wezîrên xwe, kabîneya xwe saz bike û bi BHQyan va wê derfeta wî çêbe ku di hin mijaran da bileztir biryara bistîne. Lêbelê digel vê dê bi hin mekanîzmayên çavdêriyê û hesabdayînê yên xurt ra rûbirû be. Dema ev pêk hat, Tirkiye dê bileztir biryaran bistîne, ji ber ku hin mekanîzmayên di navberê da dê nemînin, wî çaxî bi taybetî jî di warê aboriyê da Tirkiyeyê bêtir bilez biryaran bistîne û dê bêtir bixwe bawer di rêya xwe da bimeşe.
Alîkarê Serokwezîr anî ziman ku ewê der barê guherîna sîstemê de kampanyayeke agahî dayînê bidin destpêkirin û wiha got: "Îhtimalek mezin emê kampanyayekê bidin destpêkirin û bidin zanîn ku ev ne guherîna rejimê ye, ev guherîna sîstemê ye ku ji bo Tirkiyeyeke bibe xwedî rêvebiriyeke bitesîr, mezin û pêşva çûyî. Bi taybetî di mijara têkoşîna dijî terorê de Serkeftinên cidî hatin bidestxistin. Bi modela hikûmeteke bihêz ve wê biryarên bilez bên dayîn ku evê jî bi vê kampanyayê ve bê gotin."
- "Operasyona Mertalê Feratê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê tê kirin"
Der barê armanca Operasyona Mertalê Feratê de Kurtulmuş bal kişande li ser ewlehiya Tirkiyeyê û wiha axivî: "Operasyona Mertalê Feratê û ya El Babê ji bo herêm bê paqijkirin û teslimî rejimê bikin, nayên kirin. Serê ser da em dibêjin, Mertalê Feratê bi ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ra eleqedar e. Ji bo sînorên Tirkiyeyê bên parastin û talûkeyên li sînorê başûr ên li dijî Tirkiyeyê bên berterefkirin, ev operasyon tê kirin. Mixabin di operasyona Babê da hêzên hevpeymanê têra xwe piştevaniya Tirkiyeyê nekirine. Tu endîşe û fikareke min tuneye ku eşkere vî bînim ziman. Hê jî piştevaniya me nakin."
Kurtulmuş behsa hevkariya rêxistinên terorê ya li dijî Tirkiyeyê kir û wiha pê de çû: "Rêxistinên terorê çima ew qas di nav tevkariyeke stratejîk da ne? Dixwazin çokê li Tirkiyeyê bidin vedan. Bi kodeman û hêzên piştevanên xwe va dixwazin pêşiya Tirkiyeyê bigrin. Li gor min pêvajoya referandûmê ji bo wan motîvasyoneke cuda ye. Ji bo ku di referandûmê da erêkirin derneyê, dibe ku rêxistinên terorê jî bi kar bînin û li Tirkiyeyê atmosfereke tirsê çêkin, gel bikerixînin. Em ji bo vê her cure tevdîrên xwe hildidin. Bi îzna Xwedê di referandûmê da piştî ku 'erê' derket, ev rêxistinên terorê wê bi tu awayî dengê wan ê derneyê. "
- "Planeke rêveberiya Obama tunebû"
Kurtulmuş der barê polîtîkayên Amerîkayê de jî wiha axivî: "Eger ez eşkere bibêjim bi rastî di serî da planeke rêveberiya Obama û hêzên koalîsyonê tunebû ka wê problema Sûriyeyê çawa bê çareserkirin. Em hêvî dikin niha rêvebiriya nû ya birêz Trump li Sûriye û Iraqê ji bo gelên herêmê, di vê pêvajoyê da wê arîkariyê bidin encamên baş. Amerîka, ji Amerîkayeke ku aktorê sereke yê aboriya cihanê ye bêtir dixwaze li hundir xurt bibe, aboriya xwe ya navxweyî xurt bike, nirxa pereyê xwe zêde bike. Amerîka ber bi van esasan dimeşe. Ji vir helbet li aboriya Tirkiyeyê jî dê tesîr çêbe, lêbelê heya ku Amerîka bona aboriya xwe vebijêrkeke wihareng tercih bike, meseleya li dinê ku jê ra dibêjin globalbûn her biçe dê qels be. Aboriya dinyayê bi terciha Trump ra dikeve qonaxeke nû. Hê destpêk e, xuya ye ku ev biryar dê tesîrê li hemû welatên dinyayê bike."
- "Ev ji binî ve buxtan e"
Kurtulmuş li ser îdiayên "meleyên endamê Yekîtiya Îslamê ya Tirkan a Karên Diyanetê li Almanyayê li ser navê Tirkiyeyê sîxurî kirine" wiha got: "Ev ji binî buxtan e. Endamên teşkîlata Karên Diyanetê û wezîfedarên dînî karên sîxuriyê nakin. Der barê jiyana taybet a însanên cimaeta xwe da agahiyan parve nakin. Ev rast nîne lê dîsa jî lêpirsînê dest pê kiriye. Encamên lêpirsînê jî wê bi eşekereyî bi raya giştî ra bên parvekirin."